QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo li taxa Wargeha Ciwanan perwerdeya ku ji aliyê ragihandinê ve hatibû vekirin bi dawî bû.
Li wargeha Ciwanan ya bajarê Qamişlo perwerdeya Ragihandinê ya ku ji 20 kesan pêk dihat îro bi dawî bû. Ev perwerde mehekê dewam kir.
Perwerde bi beşdariya ciwanan yên ji pêkhateya Kurd û Ereb hatibû vekirin. Dewreya perwerdê bi alîkariya Desteya Ciwanan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hate destpêkirin.
Ciwanan di perwerdeyê dersên weke girîngiya ragihandinê di nava civakê de, li hember teknîka dijmin û polîtîkayên şerê taybet çawa têkoşîn were kirin û di dawiyê de dersên fêrbûna teknîkê hatin dayîn.
Yek ji kesên ku beşdarî vê perwerdeyê bûye jina ciwan ya bi navê Kewser di derbarê perwerdeyê de ev anî ziman; “Raste perwerdeya me tenê mehekê dewam kir, lê belê me ji gelek aliyan de sûd ji vê dewreyê girt. Bangawaziya min ji hemû ciwanên ku hezkirina wan ji ragihandinê re heye ewe ku werin vê derê.”
Di heman demê de endamê komîteya perwerdeê Fener Silêman jî wiha dest bi axaftina xwe kir; ” Di vê perwerdeyê de 20 kesan cihê xwe girtin. Dewreya me nêzî 15 rojan ji wê dersên teorîk yên derbarê girîngiya rola ragihandinê di nava civakê de bû, piştî wê em derbasî dersên pratîkî bûn.”
Her wiha ciwanên bi navê Rodî jî nirîna xwe wiha anî ser ziman; “Perwerdeya me îro bi dawî bû, rastî jî me di vê perwerdeyê de dîroka ragihandinê naskir û girîngiya wê çiye me naskir. Banga min jî ji bo hemû ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê heye ku tevlî van perwerdeyên bi vê rengî bibin.