RIHA – Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji aliyê parastvan û xizmê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 455’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta edaletê didomîne, serdana Ferît Şenyaşar a li saziyên girseyî yên demokratîk ên li Enqereyê jî bi daxwaza piştgiriya hiqûqî dewam dike.
Li ser hesabê medyaya civakî ya malbatê, “Li Enqerê lêgerîna me ya ‘edalet û heqîqetê’ di roja duyemîn de dewam dike. Her kesê ku em pê re axivîn, doza me baş dizanibû. Peyva hevpar ya her kes kêm ma. Em ê nehêlin ku bêhiqûqî bibe rêbazek ji rêzê.”
Ji ber gotinên ku Emîne Şenyaşar di dema nobetê de gotibû, bi îddîaya ‘heqaretê’ 4 doz lê hatibû vekirin. Biryara ji bo dozekê hate eşkerekirin. Şenyaşar di 2’ê Hezîrana 2021’an de di roja 86’emîn a nobetê de gotibû ‘Ev ên bêesil zarokên min kuştin’ û gotina ‘Bêesil’ wekî ku ji Wezîrê Hundir Suleyman Soylû re hatiye kirin û ji ber ku wê qala navê xizmên Yildizê AKP’î yê kujer kiriye, derbarê Şenyaşar du dozên ‘heqaretê’ hatin vekirin. Piştre ev doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê hatin cem hev. Di heman dadgehê de biryar hat dayîn û biryara bi hincet hat dayîn. Senyaşar ji ber “heqareta” AKP’yî Yildirim 1740 TL, ji ber “heqaret” li Suleyman Soylu jî 5 hezar û 300 TL cezayê pere hat birîn û eşkerekirina biryarê hat taloqkirin.
Hate hînbûn ku der barê Emîne Şenyaşar de ji ber gotinên wê li ber edliyeyê di rojeke “nedîyar” de kiriye dozeke nû hatiye vekirin. Hate xwestin ku Şenyaşar ê ku îdianameya wî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatiye amadekirin, bi hinceta “heqaret li Yildirimê AKP’yî kiriye” li gorî Qanûnên Komara Tirkiyeyê 126 (heqaret) bê cezakirin û ji hin mafan bêpar were hiştin. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê ve hat qebûlkirin.
Der barê Emîne Şenyaşar a ji 9’ê Adara 2021’an û vir ve dest bi Nobeda Edaletê kiriye ve 16 lêpirsîn hatin vekirin û 5 jê bi îdîaya “heqaret” ji ber gotinên wê yên di nobedê de gotine veguherî dozgeriyê.