MINBIC – Karwanê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Tariq Ebdulhemîd ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê ya bajarê Minbicê ber bi goristana şehîdan a li başûrê bajêr ve kete rê. Endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên Minbicê beşdarî merasîma oxir kirinê bûn.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtin dest pê kir her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate lidarxistin.
Paşê ji rêveberên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Şerîd wiha axivî: “Em ji her kesê ku dixwazin êrişî xak û gelê me bike dibêjin, gefên we moralên me xira nakin. Bi her şehîdekî re îsrar û îradeya me ji bo parastina mafê zêdetir dibe.”
Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx jî ev tişt got: “Şehîdan ji bo welatê xwe canê xwe feda kir. Ew mertalên xurt in ku xwe ji bo parastina rûmet û xakê danîne.”
Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî destnîşan kir ku paratina xakê ne tenê erka leşkeran e lê belê hemû şênî, rêveberî û leşker soz didin ku dê parastina xaka xwe bikin û parastin erkê her sûriyekî ye.
Piştre wesîqeya şehadetê ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo ve hate xwendin û radestî malbata wî kir.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.