AMED – Çalakiyên ciwanên Apoyî yên li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê didomin.
Milîsên Parastina Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiyên xwe yên li dijî baregehên polîsên dagirker û BÎM’ê yên li Amedê eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her kesê bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dike hedef e.
Bi tevahî daxuyanî wiha ye;
“Di 6’ê Hezîranê de saet di 03:30 de çalakiyek hemwext hatiye li darxistin, li taxa Bayindirlik a Amedê û Markêta BÎM’ê ya li goşeyê jorîn ê Girtîgehê hatiye sabote kirin. Piştî teqînê şewat li malan belav bûne, ambulans û ambulansên agirkujiyê ketine hundirê girtîgehê, gelek polîs derbas bûn.
Di çalakiya sabotajê ya li hemberî Markêta BÎM’ê de depoya dikanê nema dikare bê bikaranîn, bi dehan ambûlans û wesayîtên polîsan sewqî cihê çalakiyê hatin kirin.
“Milîsên me bi xurtî xwe vekişandine qada xwe ya jorîn. Em weke mîlîtanên parastina Kurdistanê hişyariyeke zelal didin ku çi kesê ku destekê dide faşîzma AKP-MHP’ê li bajarên Kurdistanê wê bibe hedefa me. Çi kesê ku bi dijmin re hevkariyê dike ewlehiya wan a can û mal nîn e.”
“Em hemû hevkarên ku destekê didin faşîzma AKP-MHP’ê nas dikin û bang li hemû hevkarên ku destekê didin faşîzma AKP-MHP’ê dikin ku, demildest dest ji vê xiyanetê berdin, ji barbarên qetlîamker ên dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê dûr bikevin, nexwe dê berdêla wê pir giran be. Em ê li dijî wan her cure çalakiyan pêş bixin.”