TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Tebqayê ji zarok û ciwanên malbata şehîdan civînek derbarê êrîşên dagirkeriyê de, li hember wê berxwedana gerîla li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Tebqayê civînek ji bo Komîteya Ciwanan a Meclîsa Malbatê Şehîdan li darxist. Civîn li cihê Meclîsa Malbata Şehîdan hate çêkirin, hejmareke jin û ciwan beşdarî civînê bûn.
Di nava civînê de nîqaşên weke li hember êrîşên dagirkeriyê rola jin û ciwanan çiye, polîtîkayên şerê taybet ya li ser ciwan, jinên ciwan û tevahî herêmên ku tê spandin hate kirin. Heman demê de derbarê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê jî nîqaş bi pêşketin û di nava nîqaşan de hate diyarkirin ku divê her kes xwe li hember vê pêvajoyê berpirsyar bibîne û tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe.
Ciwanên ku beşdarî civînê jî bûne diyarkirin ku ewê tu carî têkoşîn û keda şehîdên xwe li erdê nehêlin, ewê ji bo pêkanîna hemû xeyal û armancên şehîdan heya dawiyê têkoşîn bikin.
Di dawiya civînê de gelek komîteyên ku karbin bi wan komîteyan civakê perwerde bikin hatin avakirin, ji wan komîteyan komîteya Çand û Huner, Werzîş û Perwerdeyê hate pêşxistin.
Civîn bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin” bi dawî bû.