NAVENDA NÛÇEYAN – QSD’ê ragihandin ku Yekîneyên Antî Terorê yên (YAT) li Reqayê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyon kirine.
Hate ragihandin ku kesê hatiye girtin “Tevlî karên leşkerî, îstîxbaratî û rêxistinî yên terorî bûye.”
QSD’ê diyar kir ku li gorî agahiyên îstîxbaratî, piştî şopandinê YAT’ê li Reqayê avêt ser mala çeteyê xwe lê vedişart.
QSD’ê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên li dijî hucreyên DAÎŞ’ê wê dewam bikin.