NAVENDA NÛÇEYAN
Di sala 1994’an de em li Çirav ê bûn. Wê salê li hemû qadên bakur operasyon destpê kir. Yek ji wan qadan jî qadên Botanê bû.
Operasyon li tevahî qadan di asta vegertinê de destpê kir. Her hefte bi mîsogerî operasyonên berfireh pêkdihatin.
Gerîlayên tevgera azadiya gelê Kurd jî li himberî van operasyonan berxwedanekê mezin dan nîşandan. Ji aliyê me de li cihekê pevçûn û li cihekê jî çalakî pêkdihatin. Di encama çalekî û pevçûnên ku pêkdihatin de dijmin şunde vedigeriya û piştî demekê cardin di hatin. Di wê pêvajoyê de em jî dinava lib û lebatekê zêde debûn. Geh em li Çirav, geh jî em li Gabarê bûn.
Wê pêvajoyê em li Çiravê bûn. Agahiya operasyonê ji mere hat. Pêwîst dikir ku me gir bigirtaya. Bi hatina agahiya operasyonan re me hem gir digirtin û hem jî erazî de xefk diavêtin. Armanca me ya bingehîn, darbeyekê bi hêz li dijmin dayîn bû. Li hemû qadên gerîla ev textîk serwer bû.
Rêveberiya yekîneyê plansazî çêkir û grub bi grub em li erazî belavbûn. Di destpêkê de, komek hevalên jin çûn û li erazî xefk danîn.
Li Çiravê girê şehîd Serdem û girê Berxwedan hebû. Girê şehîd Serdem û girê Berxwedan, di sala 1994’an de nav lê hate kirin. Her wisa li milê çepê yê girê şehîd Serdem û yê Berxwedan, deşta Notê heye. Girê Berxwedan, navê xwe ji berxwedaniyê digire. Di bihara 1994’an de operasyonên dijmin yên li ser vî girî pir çêbû. Ji aliyê hevalan de jî berxwedaniyekê pir mezin di hate nîşandan. Her şev li ser wî girî çalekî çêdibûn, pevçûn pêşdiketin. Ev tepe bibû meseleya rûmetê. Yan me yê bigirta, yan jî dijmin. Berdêlên gelek mezin li wir hatin dayîn û gelek hevalên me jî şehîd ketin. Di hemwext de, windahiyên dijmin jî gelek çêbûn.
Girê şehîd Serdem jî, dehdeqîqe ji tepê Berxwedan aliyê deşta notê diket. Girê şehîd Dîlan jî, ji wê û wêdetir bû. Hem hevalê Serdem û hem jî hevala Dîlan wê biharê li wan giran şehîd ketin. Dijmin pir bi cenazeyên wan hevalan leyîstibûn. Ev nêzîkatiyên dijmin, di dilê hevalên li Çirav û Gabarê de, kîn û hêrsekê mezin da ava kirin. Ji bo darbeyekê bi hêz li dijmin were dayîn, heval xwedî kîn û tolgirtinekê pir mezin bûn.
Ji bo ku em darbeyekê bi hêz li dijmin bidin, di nava operasyonekê de me xwe bi rêxistin kir. Em du grub heval çûn pêşiya dijmin. Grubekê bi sê hevalan çûn girê şehîd Serdem xefkê danin, em jî bi grubekê heval re çûn girê berxwedan.
Girê Berxwedan, girekê pir stratejîke. Di qada Çiravê de girê Berxwedan, girekê pir diyar e. Ger rewşekê operasyon an jî pevçûnan hebûya, bi mîsogerî di vê ew girê Berxwedan di destpêkê de bi hata girtin.
Xeta ji aliyê gundê Awal û deşta notê dihat, yekser dihat girê Berxwedan.
Seat dehê şevê bû. Her sê hevalên ku li girê şehîd Serdem xefk avêtibûn, piştî ku dijmin hat hevalan lêdan, sê leşker kuştin û du leşker jî birîndar bûn. Çek jî hatin rakirin.
Dawiya meha Tebaxê bû. Tava heyvê jî, wek ronahiya rojê bû. Bi derketina tava hevyvê re, me dizanîbû wê operasyon derbikeve. Di vegerê de her sê heval hatin li cem me.
Em şeş heval bûn. Me gir girtibû. Ew her sê hevalên ku li dijmin dabûn yekser agahî dan yekîneyê û bi serkeftina vê çalekiyê coşa hevalan pir bilind bû. Li darxistina vê çalekiyê ya di pêvajoyekê bi vî rengî de ji bo hevalan bû moral û ji bo dijmin jî bû bê moralî.
Di gruba me de hevaleke bi navê Çîçek Gabar hebû. Hevaleke ji gundê Xursê bû. Di sala 1992’an de tevlî rêxistinê bibû. Ew heval di gruba me de B.K.C bû. Hevalekê binavê Sînan ku fermandarê gruba me de bû, ew jî di wê pêvajoyê de şehîd ket. Her wisa hevalên ku qet tevlî pevçûnan nebibûn, di gruba me de hebû.
Me hêz û baweriyekê gelek mezin ji hevala Çiçek Gabar digirt. Artêşa dijmin hemû jî bihata li ser me, em di wê baweriyê de bûn wê hevala Çîçek bi bikaranîna çeka xwe B.K.C re bersivê bide hemû êrîşên dijmin. Hevalekê şerker, ji xwe bawer bû. Bi wêrek bû. Êrîşên dijmin di kîjan astê debana bila bibûya, lê ji bo hevala Çiçêk ne pirsgirêk bû. Xwedî ruhê êrîşê bû. Bi ruhê tolgirtinê, bersivê dida hemû êrîşên dijmin.
Seatên berbi êvarê bû. Ez hişedar bûm. Leşker hatin. Piştî ku li aliyê din hevalan li dijmin dan leşkeran miriyên xwe rakirin û berbi me de hatin. Du grubên dijmin hatin û pir nêzîkê me bûn. Seat dihate yanzdehan. Leşkeran xwe di çeperên xwe de bi cî kirin.
Leşkeran jî dizanîbûn em di wî girî dene, ji lewra xwe dan wê girî. Dengê wan pir ji nêz de dihat. Me jî bi awayekê ewletir, xwe di çeperên xwe de bi rêxistin dikir. Heya berbanga sibê, em li benda hev man.
Seat çar û nîvê sibê bû. Roj hîn venebibû. Dijmin xwest êrîşê li ser wî girê em têde bike. Hevala Çîçek di çepera pêş debû. Hevalekê li ser çeka xwe pir serwer bû. Bi reşandina guleyên dijmin re, me jî bersiv da û bi vî rengî em ketina nava seatên cengê. Pevçûn destpê kir. Dijmin gav şunde avêt. Heya seat dehê nîvro, pevçûn berdewam kir. Cihê ku em lê disekinîn hemû teht û asê bû. Di hemwext de bilind bû. Derfetê me yê ku em êrîşê dijmin bikin tine bû. Lê belê çeperên me li ser wan serwer bû. Bi ketina me ya pevçûnan re dijmin ferq kiribû, em tenê şeş hevalin di wî girî de. Hevala Çîçek di çepera pêşde pevçûn dikir. Ji ber sedemê jîrbûn û hakimbûna hevala Çîçek ya di şerê xwe de dijmin nedikarî nêzê me bibe. Ji lewra ket wê ferqê ku heya çepera hevala Çîçek nekeve, ewê nikaribin li gorî bixwazin tevbigerin. Ji bo wê jî giraniya êrîşên xwe dan li ser çepera hevala Çîçek. Hevala Çîçek di berxwedaniya xwe de tavîz neda û her bersiv da guleyên wan.
Di operasyonê de tenê leşker ne bûn. cerdevanên bi eslê xwe Gabarî jî têde cî girtibûn. Piraniya xwe ji gundê Nîtê û Awal bûn. Hakimiyeta wan a li ser erdnîgariyê jî pir hebû.
Em û dijmin êdî pir nêzî hev bibûn. Dijmin jî ferq kiribû ku di çepera pêş de hevalek jin cihê xwe digire. Şêwazê bersivdana hevala Çîçek ya ji êrîşên dijmin re, bawerî û hêz dida me. Bi şêwazê hevala Çîçek ya ser, em gihiştibûn wê qenetê ku em ê bi ser hemû êrîşên dijmin de biçin û serkeftinê bi dest bixin.
Gir di gelek aliyên xwe de vekirîbû. Daristanên wê kêm bûn. Ji bo wê jî di şunde vegerînê de zehmetî gelek di hate kişandin. Ger dijmin bikeve gir, dibe ku pevçûn rê li ber windahiyên cudatir jî vebikiraya. Lê bersivdana hevala Çîçek ya ji wan re, tirsekê mezin di dilê wan de dabû ava kirin.
Di berdewam kirina pevçûnê de, êdî kobra hatin û bêyî navber li wî girê em têde bûn dan. Windahiyên dijmin çêbibûn, ji lewra êdî wê têketibana gir. Bi lêdana kobrayê re, dijmin jî ket gir. Di encama lêdana kobrayê de, hevala Çîçek ji serê xwe gule dixwe û şehîd dikeve. Dema çepera me ya pêş ket destê dijmin, ev jî wêrektiyekê mezin di dijmin de da çêkirin.
Hîn em di gir debûn, dijmin jî ketê. Dijmin bi narincokan êrîşê me kirin. Me hindek hevalan bersiv dida guleyên dijmin, hindekan jî cenazeyê hevala Çîçek ji çeperê derdixistin. Me cenazeyê hevala Çîçek anî ku nekeve destê dijmin. Hevala Çîçek hevalekê pir girs bû. Çar hevalên xort cenazeyê wê rakirin. Me piştî ku hevala Çîçek li cihekê veşart û şunde, em jî neçar man şunde vegerin. Ji ber riskê ku windahiyên cudatir jî wê were dayîn pir bû.
Me bi dijmin re di mesafeyekê nêz de pevçûn dikir. Dengê birîndarên wan yên hem bi zimanê Kurdî û hem jî Tirkî dipeyivîn dibihîst. Ev jî dida nîşandan ku mirî û birîndarên dijmin zêdene.
Piştî şahadeta hevala Çîçek, dijmin êdî gihiştibû wê encamê ku em ne şeş, bîst heval in di wî girî de pevçûnê dikin.
Di cihên cuda de jî hevalan darbe li dijmin dan. Gelek windahiyên wan yên di wî milî de jî çêbûn. Piştî demekê û şunde êdî dijmin şunde vegeriya.
Ev çalekî di mirovan de hinek şop dihêle. Di dilê mirovan de dibe xêz û zû bi zû jê naçe. Di jiyana min a şoreşgerî de cihê hevala Çîçek ya taybet di dilê min de heye. Bi wêrekî û kesayeta xwe ya fedekar din ava me de di hate nas kirin. Bi şêwazê xwe ye şer û çalekiyê hertimî nimûne bû ji bo me.
Kesê pêre jiyan dikir û pêre di yek çeperê de dima, ji hestên wê yên kîn û tolhildanê, fêrî berxwedaniyê dibû. Mirovek wê bi çi rengî bi dijminê xwe re şer bike, hevala Çîçek bi şêwazê xwe mînak bû ji bo vê. Ew bi sekinandina xwe di her deqê de vê bi mirovan dida hîs kirin.
Ev çalekiya min a yekemîn bû. Ez wê demê nûbûm. Yekemîn şehîdê ku min dîtibû, hevala Çîçek bû.
Piştî operasyon şunde vegeriya, êdî tava heyivê jî tamam bibû. Piştî pênç rojan, em çûn cihê pevçûnê. Me dizanîbû cerdevanên ku li himberî me şer kirine, mirovên hevala Çîçek bûn.
Em pênç heval çûn tepe ku gora hevala Çîçek çêbikin. Li cihê ku me hevala Çîçek lê veşartibû derxistibûn. Bi cenazeyê hevala Çîçek leyîstibûn. Nêzîkatiyên ji hestên mirovatiyê dûr li ser cenazeyê hevala Çîçek kiribûn. Yê vê jî kiribûn, bi giranî cerdevan bûn.
Di astekê bi vî rengî de hestên hovaneyî jiyan kirin û dijminahî li himberî me kirin, çawa dibe? Ev ya hişt ku hîn bêhtir dijmin bi hemû aliyan de were li ser gerîla. Berê hingê jî bi cenazeyên hevalên cuda jî leyîstibûn. Ji bo leşker bi awayekê hovane were li ser gerîla û bi cenazeyan bileyîze bi taybet dihatin perwerde kirin. An jî bi dopînk û dermanên ku mirovan pê serxweş bike bikardianîn. Bi serxweşî û bi çavkorî li ser me de dihatin. Yên ji wan re dihatin gotin Dadaş dihatin.
Me cenazeyê hevala Çîçek ji erdê rakir û me gorekê nû jêre çêkir. Me wan pênç hevalan bi hevre sozda ku em ji hevalan re nebêjin dijmin bi cenazeyê hevala Çîçek leyîstine. Ji ber me dizanîbû, hevala wê pir pê bi bandor bibin.
Du salên hevala Çîçek ya di yekîneyê de çêbibû. Yek ji hevalên ku wê yekîneyê bi rêve dibir, hevala Çîçek bû. Di zivirandinê de hemû hevalên yekîneyê li benda bersiva, cenazeyê hevala Çîçek ketiye destê dijmin an jî neketiyê destê wan bû.
Şanzdeh sal li ser vê bûyerê re derbaz bû. Lê ew kêlî weke bîranînên ti carî nayên ji bîr kirin, di quncika dilê min de bi cih bûye. Di warê hestiyarî de jî, yek ji bûyerên ku bandora xwe li min kiribû, ev bûyer bû. Piştî wê çalekiyê gelek caran êrîşên dijmin çêbûn. Hemû hevalên yekînê jî bi berxwedaniyekê mezin, bersiva hemû êrîşên dijmin didan. Çi bihata xwestin, ji bo pêkanînê ew yekîne amede bû.
Hevala Çîçek, di bejna xwe de metreyek û nîv bû. Hevalekê pir girs û li ser xwe bû. Di ruyê xwe de gewr bû. Çavê xwe rengê meşînî bû û hinekê jî berbi keskahiyê de diçû. Çavê wê gelek mezin û xweşik bû. Bi fizîka xwe balê pir dikişand. Jinekê di hemû warî de li hevhatîbû û pir bi heybet bû.
Taybetmendiyên hevala Çîçek yên herî pir bala min dikişand, rêxistinbûna wê bû. Jinekê pir fedekar û bi wêrek bû. Weke şoreşgerekê jina azad, di pîvanên xwe yên red û qebûlê de zelal bû. Hevalekê li Gabarê mezin bibû. Bi hemû taybetmendiyên xwe eşkere dibû ku jineke Gabarî ye. Wek Gabarê asî û bi xaka xwe ve girêdayî bû. Xwedî yapiyekê xwezayî û paqij bû.
Weke di destpêka mirovahiyê de bi çi rengî jin di neolotîkê de bi xwezaya xwe jiyan kiribû, şêwaza jiyana hevala Çîçek a ji FGabarê re jî bi heman awayî bû. Ji rastî û heqîqetan ne dûr bû. Hem dinava hevalên jin û hem jî dinava hevalên xort de pir di hate heskirin. Di pêkanîna wezîfeyên xwe de pir rişt bû. Di hemû karan de armanca wê serkeftin bû. Hemû çalekiyên ku tevlî dibû çek dianî û encama çalekiyê bi serkeftî bû. Di operasyona ku hevala Çîçek biçûya pêşiya wê de jî, ew enî nediket.
Weke hevaleke jin, bi wêrekî û tevlîbûna xwe de di jiyana min a şoreşgerî de timî mînak bû. Piştî şahadeta wê, hêrsa min a serkeftin û îdaya min a tekoşînê mezintir kir. Bi çi rengî heya roja îro şêwazê şerê hevala Çîçek ji bo min mînak bû, ji vir û pêde jî di meşa min a nava tekoşîn û tevgera azadiyê de jî wê bi heman awayî be.
Ji pênûsa Şehîd Rozerîn PÎRAN