NAVENDA NÛÇEYAN – Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bal kişand êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a di navbera navçeyên Pulur û Xozadê yên ser bi Dersimê destpê kiriye û wiha got: “Li gorî çavkaniyên herêmî ji sibeha 7’ê Hezîranê û vir ve ji ber bombebarana nêzî malan a gundên Kakber, Zogen, Kizîl Kîlîse û Çamurekê gel di nava tirs û metisiyê de ye.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Li piraniya gundên navborî veger bûye. Dewleta Tirk ji bo ku niştecihên gund ên ku cardin vegeriyane axa xwe ya pîroz bitirsîne û ji bo ku cardin dev ji gundan berdin operesyoneke leşkerî û siyasî pêk tîne. Li aliyekî bi qirkirina çandî hewl dide ziman, çand û baweriya me cuda bike, li aliyê din jî bi qirkirina fizikî Dersîmê dixe rewşeke welê ku jiyan lê nebe û jiyanê ji bo gelê me dike jehr. Miftîgeh û Zanîngeha Mûnzûrê dest dane hev û bi asîlîmasyonê zîhniyeta Yezîd a olê desthiladariyê li baweriya me ferz dikin. Ji ber vê yekê em bang li Dersimiyên ku dilê wan ji bo Dêrsîme diavêje û dostên wan dikin ku em li dijî qirkirina çandî bi hevre têbikoşin. Em bang li her kesî dikin ku bê ku dereng bibe bila xwedî li Dersimê ku cihê pîroz ên Elewiyên Kurd derbikevin.”