AMED – Li kêleka Girtîgeha Saray Kapiyê ya Sûrê 2 îskelet û gelek hestiyên mirovan hatine dîtin. Karkerên li wir xebitîne ragihandin ku hestî li qamyonên hafriyatê hatine barkirin û ew birine.
Li navçeya dîrokî Sûrê ya Amedê piştî qedexeya derketina derve ya di 2’yê Kanûna 2015’an de hatibû ragihandin, gelek deverên navçeya dîrokî hatibûn xerakirin. Di çarçoveya vê rûxandinê de li kêleka Girtîgeha Saray Kapiyê gelek îskelet û hestiyên aydê mirovan hatine dîtin.
Li gor karkerên ku di xebata “restorekirinê” de ya Şîrketa Anonîm a Înşeatê ya YSO’yê de li Taxa Cevatpaşayê xebitîne, hestî hatine dîtin û ji wan re hatiye gotin ku “hestiyên heywanan” û li qamyonên hafriyatê hatine barkirin. Lê piştî demekê vê carê îskeletên aydê mirovan hatine dîtin û hatiye famkirin ku hestiyên berê hatine dîtin jî yên mirovan bûne. Karkeran bi lêv kir ku hestî li qamyonan hatine barkirin, lê nizanin bê ka ew birine ku derê.
Ahmet Kayar ku demekê di bin banê Şîrketa Anonîm a Înşeatê ya YSO’yê de xebitiye, tiştên bi çavên xwe dîtine ji ajansa Mazopotamya re gotin.
Kayar diyar kir ku di meha sibatê de li Taxa Cevatpaşayê li bircên ku şîrketê ew wekî jimarên 75-76 diyar kirine xebitiye. Kayar da zanîn ku li herêmê kolandin û hilweşandin bi makîneyên kar hatiye kirin û di dema xebatê de hestî hatine dîtin. Kayar wiha got: “Tim hestî derdiketin. Ji me re digotin wan bavêjin çopê. Lê wijdanê me qebûl nekir û me îtiraz kir. Piştî ku ji me re gotin ‘hestiyên heywanan e’ me jî ew avêtin çopê.”
‘ÎSKELETÊ MIROVAN HAT DÎTIN’
Kayar ragihand ku dema bi qasî 2 metreyan dûrî Girtîgeha Saray Kapiyê li cihekî dest bi kolandinê kirine tim rastî îskelet û hestiyên mirovan hatine û wiha axivî: “Vê carê hîn bêtir hestî derdiketin. Me texmîn nedikir ku ev ên mirovan e. Ji me re digotin, ‘Ger li vir avahî an jî cesed derkevin dê karê me bi derengî bikeve.’ Paşê em li vir rastî du îskeletan hatin.” Kayar anî ziman ku îskeletên dîtine nîşanî arkeologên li wir dane û wiha domand: “Arkeologan got, ev ên mirovan (mêr) e. Di bin îskeletan de jî hestî derketin. Her wiha arî jî derdiket. Me pirsî bê ka ev hestî û îsklet ên kê ne, lê tiştek ji me re negotin.”
GOT ‘BIŞIKÎNIN’
Kayar destnîşan kir ku di dema kolandinê de makîneyên kar zirar dane tevna dîrokî ya navçeyê jî û wiha got: “Gava makîneyên kar ketin navçeyê dîrokek winda bû. Mesela kemerên avê yên berê hebûn. Sirf ji bo karê şantiyeyê bi derengî nekeve zirar didan berhemên bi vî rengî. Ji me re digotin, ‘Bişikînin, yan na em nikarin bixebitin.’ Ji bo em karibin van tiştan bişikînin diviyabû em belgeyê bistînin.’ Her wiha me hewzekî dîrokî jî dît. Ji bo hewz neyê dîtin me ser wî girt. Li ser hewzê îskele hat çêkirin. Ser wê digirtin û zirarek mezin didan tevna dîrokî. Mesela kemerên avê yên bi qasî 100 metreyî dirêj derdiketin holê. Serikê wê 70 metre bû. Me li cihekî din jî kemerên avê dîtibûn. Bi qasî 60 metreyan dirêj bû. Lê xebatkaran ev yek şikand. Di bin kontrola rayedaran de hat şikandin. Gava karker diçûn xwarinê 2 karker dihatin bijartin û wan zirar dida van kemerên avê.”
‘HESTIYAN LI QAMYONÊN HARFIYATÊ BIRIN’
Kayar destnîşan kir ku hestiyên hatine dîtin bi bêran xistine erebokên destan û wan birine qada harfiyatê û li vir jî bi makîneyan li qamyonan hatine barkirin.
Çavkanî: Ajansa Mazopotamya ‘MA’