ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku ji 17’ê Nîsanê de li Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, meşeke girseyî li darxistin.
Îro li bajaroka Fafînê ya kantona Şehbayê Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP’ê meşeke girseyî bi beşdariya dehan jinên ciwan li darxistin. Jinên ciwan êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezarkirin û dan diyarkirin ku wê heya dawiyê berxwedana gerîla hembêz bikin.
Her wiha piştî ku meşa jinên ciwan veguherî mêtîngê, bi deqeyekê rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ji aliyê Sîdra Xelîl ve daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de jinên ciwan diyarkirin ku wê li dijî her êrîşa dagirkeriyê bi rihê berxwedana gerîla li berxwe bidin û dagirkeriyê têkbibin û gotin; “Em bi gerîla re hene, emê berxwedana xwe bi gerîla re mezin bikin û faşîzma qirker têkbibin.”
Her wiha hate desnîşankirin ku gerîlayên YJA STAR’ê bi rihekî fedayî ji vê pêvajoyê re pêşengtî dikin û bang li hemû jinan û bi taybet jî jinên ciwan kirin ku ew jî li kêleka gerîlayên YJA STAR’ê cihê xwe nava di berxwedanê de bigirin.
Herî dawî çalakiya jinên ciwan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.