TEBQA – Ciwanên şoreşger û ciwanên malbatên şehîdan bi daxuyaniyekê berxwedana gerîla silav dikirin û êrîşên dagirkeriya yên dewleta Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê û herêmên wê ve, di heman demê de êrîşên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha îxaneta PDK’ê ya ku hevkartiya dagirkeriyê dike jî hate şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Ciwanan ya Meclîsa Malbatê Şehîdan ya Tebqayê Fatima Hesen ve hate xwandin. Fatima diyarkir ku wê li dijî her êrîşî li berxwe bidin û dagirkeriyê têk bibin.
Di daxuyaniyê de ciwanan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ya ku bi hemû hêza xwe êrîşî ser gerîla dike, û çekên kîmyawî li hember gerîla bikartîne, dîsa jî nikare li hember berxwedana gerîla bi serbikeve. Dewleta Tirk ji ber ku li hember berxwedana gerîla bi serneket, berê xwe daye Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, dixwaze gelê herêmê gelê Kurd û Ereb bi hev re bide şer kirin.
Her wiha dewam kirin û gotin ku wê tu carî gelê herêmê bi taybet jî ciwanên bi rûmet, ser li ber êrîşên dagirkeriyê netewînin û hertim bi rihê berxwedana gerîla wê li dijî dagirkeran şer û têkoşîn bikin. Ciwanan diyarkirin ku gerîla ji bo namzeta serkeftinê ye, ewê heya dawiyê berxwedana gerîla hembêz bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan bang li hemû ciwanên şoreşger û birûmet kirin ku li dijî êrîşê dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku bê navber ser gelê herêmê û gerîlayan ve tê kirin bê deng nemînin, ew jî tevlî têkoşîn û şerê azadiyê bibin.
Herî dawî daxuyanî bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.