RIHA – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 459’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbat vê sibehê jî mala xwe ya li navçeya Pirûsê hat ber edliyeyê û dest bi nobetê kir.
‘WERIN EM BI HEV RE EDALETÊ BÎNIN’
Ferît Şenyaşar diyar kir ku berxwedana wan 459 roj in bênavber berdewam dike û banga tevlibûna bîranînê kir û got: “Çar sal berê qetlîam li ber çavê her kesî pêk hat. Çar sal di ser komkujiyê re derbas dibe lê hê dosey veşartî ye. Têkoşîna me ya edaletê didome. Em bang li rêxistinên sivîl dikin û dibêjin werin tev li bîranînê bibin û bibin dengê têkoşîna me. Sûcek mirovî li holê heye. Werin em di roja bîranînê de bi hev re li edaletê bigerin û bînin. Bila tava edaletê ji Rihayê bealvî hemû welat bibe.”