ÎZMÎR – Çalakiyên ciwanan ên li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê yên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dikin.
Li navçeya Çîglî ya Îzmîrê dema ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve xebatên nivîsandinê dihat meşandin, banga tevlîbûna Meşa Gemlîkê ya ku dê di 12’ê Hezîranê de pêk were hat kirin. Ser dîwaran nivîsên weke “Bijî Serok Apo, Li Zapê berxwedan heye, li Zapê Gerîla Dîrokê dinivîse, 12’ê Hezîranê emê ber bi Rojê ve dimeşin, Em ê tecrîdê bişkînin.” hate nivîsandin.