NAVENDA NÛÇEYAN
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
“Pêşmerge xwestin Bêrîtan teslîmê wan bibe, lê ew vêya hêjayî xwe nedît û teslîmê pavşerûtiya Kurd nebû. Ez xeta Bêrîtan ya azadiyê esas digirim. Çalakiya Bêrîtan ji bo me peyame, bangawaziye û wesiyete.”
29 sal li ser çalakiya fermandara jin a gerîla Gûlnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ya di 25’ê Cotmeha 1992’an de li çiyayê Lêlkan ya Xakûrkê ku li dijî dagirkeriya Tirk û hêzên wê yên noker pêkanî re derbas dibe. Bêrîtan Hêvî piştî guleyên wê xilas dibe, pêşmerge wê dorpêç dikin û dibêjin, “Radest bibe, em tiştek bi te nakin” lê ew teslîmiyetê ji xwere weke bêrûmetî dibîne, xwe ji zinarê de diavêje.
“Keçek hebû bi navê Bêrîtan, ji gundekî nezî Karakoçanê bû, nameyek ji min re nivîsîbû. Keçek pir kûr û xwedî hêza entellektûel bû.”
“Pêşmerge bang lê dikin, dibêjin radest bibe, em tiştek li te nakin, em nadin Tirkiye û êşkence jî nakin ”, lê ew teslîmê neteweperestiya kevneperest û pavşerûtiya Kurd nabe. Bêrîtan teslîmiyetê jixwere qebûl nake, ji ber vê xwe ji zinarê de diavêje. Ev ne xwekujiye, çalakiye. Xeta azadiyê ya ez esas digirim ev e. Parastina rûmeta azadiyê ya wê keçê deynê ser milê me ye. Ev prensîba min e.”
“Bêrîtan li dijî paşverûtiya Kurd û neteweperestiya kevneperest bi qehremanî li berxweda. Ev ji bo min diyarîker e û prensîbe. Ya Bêrîtan kiriye rûmet û berxwedana mezin a jinê ye. Xeta Bêrîtan li gel me şêwazeke û ji bo me wesiyete.”