AMED – Baroya Amedê ku piştî nûçeya MA’yê ya “Li baregeha JÎTEM’ê hestiyên mirovan hatin dîtin”, di dema ku li Iç Kale (Keleha Hundir) a ku restorasyon lê dihat kirin û hestiyên mirovan lê hatin dîtin, lêkolîn dikir, îro jî ji bo rawestandina xebatên restorasyonê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.
Di serlêdana ku li ser navê Serokê Baroyê Nahît Eren hat kirin de ev tişt hat destnîşankirin: “Li navçeya Sûr a bajarê Amedê di dema xebatên restorasyona Keleha Hundir de hestiyên mirovan hatin dîtin, lewre bila xebatên restorasyonê bên rawestandin, xebatên kolandinê bên kirin, li ser hestiyên mirovan lêkolînên pêwîst bên kirin û bên tesbîtkirin.”
Baroyê diyar kir ku di sala 2012’an de li qada heyî 26 hestiyên mirovan hatine dîtin û ev yek rasterast bi serlêdana Baroya Amedê ya têkildarê mijarê ya di 1’ê Sibata 2012’an de hatiye kirin ve girêdayî ye û xwest bi rengê ku ev dosya jî di nava dosyaya lêpirsînê de bi hevre bê meşandin.
Baroyê diyar kir ku li cihê ku wekî cihê kolandin lê hatiye kirin jî qada ku Girtîgeha Girtî ya Navendî ya Amedê jî lê ye û bi bîr xist ku beşek ji herêma Keleha Hundirîn heta sala 1997’an wekî edliyeyê dihat bikaranîn, her wiha beşek ji wî cihî wek Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Navendî û avahiya li kêleka cihê kolandinê jî wekî girtîgeh dihat bikaranîn.
EW NAVENDA JÎTEMÊ YA GIRÊDAYÎ DEWLETÊ BÛ
Her wiha Baroyê ragihand ku li herêmê avahiyek ya dêra dîrokî heye û li aliyê bakur-rojhilatê dêrê jî bermahiyên qesra kevn hene û destnîşan kir ku di salên 1990î de qada di navbera dadgeha kevn (ku ji hêla Serdozgeriya Komarê û Dadgehên Cezayê Asliye ve tên bikaranîn) û dêra dîrokî de avahiyek ku wek navendekê ji aliyê Îstixbarata Cendirmeyan a ku bi kurtasî JÎTEM tê zanîn û Yekîneya Têkoşîna Dijî Terorê ve hatiye bikaranîn heye.
Baroyê bal kişande ser wê yekê ku di salên 1990’î de gelek kes ‘wenda’ bûne û got, “Agahî û belgeyên ku îro li ber dest in, di raya giştî de tê dîtin ku piraniya van bûyeran ji aliyê JÎTEM’ê ve hatine kirin. Ji ber agahî û şahidiyên ku di destê me de hene, gumana me heye ku hestiyên mirovan ên di kolandina li Keleha Hundirîn de hatine dîtin ayîdê kesên ku di salên 1990’î de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatine revandin û careke din agahî ji wan nehatine girtin bin. Di destpêkê de, ji ber ku di salên 1990’î de ji aliyê rêxistina JÎTEM’ê ve gelek kes hatin destgîrkirin û windakirinên bi darê zorê, di civakê de bîreke taze û xurt heye, gumaneke bi vî rengî çêkir.”
Baroyê daxwaz kir ku xebatên restorasyonê bên rawestandin, xebatên kolandinê bên kirin, lêkolînên pêwîst û tespîtkirina hestiyên mirovan ji aliyê Pisporên Tiba Edlî ve bên kirin.