QAMIŞLO – Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan meşeke girseyî li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser çiyayên Kurdistan û bajarên wê ve, di heman demê de li dijî êrîşên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê meşek li darxistin.
Meşa ciwanan ji taxa Qedûrbek destpêkir û heya çarxoreya Zeytûnê dewam kir. Piştî meşê ciwanan bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê dest bi xwandina daxuyaniyê kirin. Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Jiyan Emîn ve hate xwandin.
Jiyan Emîn di daxuyaniyê de da diyarkirin ku wê berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji xwe re esas bigrin û got; “Wek tê zanîn îro şerê serkeftinê li Zap, Avaşîn û Metîna di pêşengtiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de tê meşandin. Dewleta Tirk ya dagirker bi hemû êrîşên xwe yên hovane jî nikare vîna gel û gerîlayan bişkîne. Ji ber ku dewleta Tirk ya dagirker li Zap, Avaşîn û Metîna bi binket, berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê û êrîşan tîne ser tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Em jî weke ciwanên Qamişloyê ji dagirkeran re didin diyarkirin ku emê heya dawiyê berxwedana Rêber Apo û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji xwe re esas bigrin û li ser vê esasê li hember her cûre êrîşan emê li berxwe bidin.”
Herî dawî çalakiyê ciwanan bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Werin Cenga Azadiyê” bi dawî bû.