RIHA – Rêverberiyên bajar û navçeyên Rihayê, Partiya Demoqratîk ya Gelan HDP’ê, endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo ku beşdarvanên ku xwe ji bo meşa Gemlîkê ya ku azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dike hedefa xwe amade dikirin wan oxir bikin, ji aliyê polîsên faşîst ve hatin asteng kirin.
Beşdarvanan xwe amade dikirin ku ji Siwêrekê ber bi Rihayê ve, ji Rihayê ber bi Amedê û ji Amedê ber bi Gemlîkê ve ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiya bana. Ji bo vê HDP’ê û Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê jî ji bo ku beşdarvanên meşa Gemlîkê oxir bikin, ber bi wan ve çûn, lê belê ji aliyê polîsên faşîst ve hatin asteng kirin.
Li dijî dorpêça polîsên faşîst daxuyanî hate dayîn di daxuyaniyê de hate gotin; “Çi dikin bila bikin, nikarin me ji Rêbertiya me dûr bixînin, em li hertim li pişt Rêbertiya xwe disekinin. Ji Îmraliyê re hezar silav.”
Piştî daxuyaniyê girse bi siloganên ‘Bê Serok Jiyan Nabe, Ji Îmraliyê re hezar silav, Bijî Serok Apo, Bi can bi xwîn em bi te re ey Serok’ meşiyan.