RAPERÎN – Nerazîbûnên gelê Başûr ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê berfireh dibin. Li navçeya Ranyayê jî bi meşek girseyî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk hat şermezarkirin. Di meşê de hat gotin, bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Herêmê ya li beramberî dagirkeriyê tê wateya nixûmandina tawanên dewleta Tirk.
Di saetên êvarê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk, şêniyên devera Raperîn, li nav bazara navçeya Ranyayê dest bi meşek girseyî kirin. Meşê heta ber Baxê Giştî yê bajêr berdewam kir.
Piştî meş gihişt ber Baxê Giştî, li ser navê girseya gel daxuyaniyek ji aliyê Aso Kusarî ve hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk bi dirêjahiya dîrokê hertim xwestiye Kurdan tine bike. Ji bona wê bi hemû rêyan êrişê ser gelê Kurd û Kurdistanê dike.
Di dewamê de bêdengiya hikûmeta Herêmê ya li beramberî êrişên Tirkiyeyê hat rexne kirin û hat gotin, “cihê xemgînî û şermek mezine desthilatdarên hikûmeta Herêmê li beramberî pilanên dagirkeriya Tirk bêdeng û bêhelwest mane. Ev bêdengî dibe sedemê nixûmandina tawan û dagirkeriya Tirkê faşîst.”
Her wiha hat gotin, divê were zanîn êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li ser PKK’ê û gelê Başûr tê kirin, di heman demê de êrişeke li dijî hemû kom û pêkhateyên li Başûrê Kurdistanê ye.
Di dewamê de bêdengî û bêhelwestiya her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê hat şermezarkirin. Her wiha bang li hemû beşên civakê, kesayetên azadîxwaz û aliyên welatparêz hat kirin li dijî dagirkirina Kurdistanê helwest nîşandin û çeperên dijî dagirkeriyê bihêz bikin.