MEXMÛR – Şêniyên Wargeha Mexmûrê ji bo piştgiriya meşa Gemlîkê, meşekî girseyî li darxistin. Di meşê de soza şikandina deriyê Îmraliyê hat dayîn û hat gotin ku meşa ber bi Gemlîkê ve, meşa rûmeta gelê Kurd e.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo piştgitiya xwe ya bi meşa Gemlîkê re bidin diyarkirin, meşek girseyî li dar xistin. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê detspêkir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.
Di meşê de diruşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ hatin berzkirin. Her wiha alên PKK, HPG û KCK’ê, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan. Li ber avahiya NY’ê deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê hate girtin û piştre li ser navê girseyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Em di serî de berxwedana Rêber Apo û meşa ber bi Gemlîk’ê ve ji dil û can pîroz û silav dikin. Em dibêjin ku wê gelê wargehê bi têkoşîna xwe bibe layiqê berxwedana Rêber Apo. Armanca meşa ber bi Gemlîk’ê ve pir bi hêja û pîroz e. Ev meş, meşa aştî, biratî û wekheviyê ye. Meşa sibe, rûmeta me ye. Niha dorpêçek mezin li ser Rêber Apo heye, wek gelê Mexmûrê emê vê dorpêça qirêj hilweşînin. Rêber Apo di bin şert û mercên giran de, li ber xwe dide û ruh dide gelê bindest. Rêber Apo ji bo mirovatî û gerdûnê, projeyên jiyana azad pêşkêş dike. Divê em jî xwedî li wan projeyan derbikevin. Dewleta Tirk çiqas girtîgehan tejî bike jî, wê nekare îradeya me bigire. Emê deriyên girtîgehan bişkînin û jiyanek azad bijîn.
Şagirtên Rêber Apo niha li çiyayên azad, destanan dinivîsînin. Ew parêzvanên gelê Kurd e, ew rûmeta me ne. Gerîlayên me ji bo ku qirkirin li ser me çênebe, bedena xwe li ber çekên kîmyewî dikin mertal. Ew zarok û rûmeta me ne. Ji bo wê em dibêjin azadî nêzbûye. Di demek nêz de, emê bi Rêber Apo re bi fîzîkî bijîn. Wê faşîzim binbikeve û wê doza me serbikeve. Rêber Apo tevahî cîhan ji xewa giran rakir û azad kir.
Ti hêviyên me ji komplogeran nîne, ji bo wê divê em bi ruhê gelê şoreşgerî rabin qadan. Em bang dikin, werin tevlî meşa azadiyê bibin û xwedî li rûmeta xwe derbikevin. Gelê me divê di meşa ber bi Gemlîk’ê de gerdûnê bihêjînîn û divê em wek gelê Kurd li her qadê ji bo piştgirî û tevlîbûnê li qadan bin.”
Herî dawî meş bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘bijî berxwedana Rêber Apo’, bijî berxwedana gelê Kurd’ û ‘bijî berxwedana gerîla’ bi dawî bû.