WAN – Walîtiya Wanê ji sala 2016’an ve qedexeya ku li ser çalakî û merasîmên li bajêr didomîne, 15 rojên din dirêj kir. Walîtiyê ragihand ku qedexe bi hincetên “parastina maf û azadiyên bingehîn, maf û azadiyên kesên din û dabînkirina ewlehiya giştî” hatiye dirêjkirin.