NAVENDA NÛÇEYAN
Têgeha Osmaniya Nû cara yekemîn piştî êrişa dewleta Tirk a li ser Gireva Qibrisê ya sala 1974’an derket holê. Lê belê hin çavkaniyên din dibêjin ku ev têgeh vedigere beriya sala 1974’an bi taybet piştî 1960’î. Yewnanistanî ev têgeh derxist ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û bêserûberiya wê mîna Osmaniyên pêşîn nîşan da.
Diyar e ku berpirsên tirkan ev têgeh qebûl kir, piştre belav kir û înkar nekir. Yê destpêkê ji berpirsên tirkan bi kar aniye, parlamenterê Partiya Refahê Abdullah Gul e ku di 2007’an de bû serokkomarê Tirkiyê û di 1992’yan de got, “Nîqaşên li ser têgehên mîna Komara Duyem an ku Osmaniya Nû gelekî rast e û bi hêviyeke mezin li pêşerojê dinêrim.”
Xuya ye ku rayedarên Tirk ev nav qebûl kirine û belav kirine û paşê jî înkar nekirine. Yekem ji wan parlementerê Partiya Refahê Abdullah Gul bû ku di sala 2007`an de bû serokkomar.
Osmaniya Nû, îdeolojiya siyaseta Tirkiyê ye, anku vegera împratoriya Osmanî li herêmên ku berê di bin desthilata Osmanî de bûn; mîna Belkan, piranî dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkya ye.
Em dikarin bêjin ku serokomar Turgut Ozal di dema desthilatiya xwe de – dema ku di (1983 – 1989) serokwezîr bû û piştre jî di 1989’an heta mirina wî 1993’yan serokkomarê welat bû, rolek girîng di danîna tovên destpêkê yên Osmaniya Nû de lîst û rê ji misliman re vekir ku derkevin qada siyasî. Di serdema wî de rewşên aborî, civakî û çandî li dewletên ereban bi pêş ket. Wê jî hişt sermayeyên Ereb û îslamê berê xwe bidin sûkên Tirkiyê. Çîna pîşesaz, bazirgan û karsazan geş bû, bi zêdebûna hêza îslamiyan li Tirkiyê re AKP’ê ya bi serkêşiya Recep Teyyîp Erdogan sala 2002’yan hate ser desthilatê. Erdogan xwe weke partiyeke îslamî ya pêşketî ku ji yên pêşketîtir e nîşan da. Wî xwe spart siyaseta derve ya hevseng ku dispêre “kûrahiya stratejî” ji pirtûka Ahmet Davutoglu ya bi heman sernavê ya ku di sala 2001’ê de derketiye. Di wê pirtûkê de tê gotin, “Siyaseta derve ya Tirkiyê ji ber girîngîdayîna zêde li ser Ewropa û DY’yê bi gelek salan, her wiha paşguhkirina berjewendiyên xwe yên bi welatên din re, bi taybet li Rojhilata Navîn.” Bi wê re di helwesta dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP’ê de gelek guhartin di têkiliyên bi cîhana ereban re bi xwe re anî û xwe spart rêgeza “sifir pirsgirêkan” ya bi armanca kêmkirina pirsgirêkên ewlehî li beramber herêma erebî. Dewleta Tirk gelek peymanên bazirganiyê bi dewletên Ereb re îmze kirin. Bi gihandina asta (16) ji dewletên aborî yên pêşketî re, baweriya bi xwe zêde bû. Hestên mezinbûnê li gel serokkomarê wê Erdogan çêbû û berjewendiyên wê yên firehbûnê di serkêşiya cîhana îslamî de ku xelîfeteke nû ya mislimînan e zêde bû.
Lê dewleta Tirk bi teqandina qaşo şoreşên Bihara Ereban re destpêka 2011’an, hêdî hêdî dev ji siyaseta “sifir pirsgirêkan” bi dewletên cîran re berda. Ji ber di rastiyê de siloganên dewleta Tirk bûn ku ji nû ve derbasî herêmê bibe, da ku ji nû ve bi çi rêbazan dibe bila bibe Osmaniya Nû vejîne. Her wiha destpêkê tenê helwesta şopîner têkildarî rewşên li Tunisê nîşan dida. Lê belê, helwesta wê di şoreşa Misirê de zû eşkere bû. Ew jî bi şîretkirina rayedarên wê û banga îstîfakirina wan. Li Sûriyê û Lîbyayê jî heman tişt dubare bû. Dest bi siyaseta vejandina Osmaniya Nû kir, ku niyeta xwe serwerîkirina li îsmalê ji Mexrib heta Deryayê Qezwîn (Xezerê). Her wiha hewl da rejîmên erebî hilweşîne û bi rejîmên din biguhere ku tê de koma Îxwana El-Mislimîn ên girêdayî Istenbolê kontrol bin. Dewleta Tirk hemû rê û rêbazên guncaw ên xurtkirina hêzên alîgirên xwe ku bigihîne desthilatê pêk anîn. Mîna li Misir û Tunisê. Cihê ku aştî ne pêkan be, rêxistinên çekdar ên tundraw mîna DAIŞ û El-Nusra û çekdarên Ugûr û Çeçen lê hene. Tev li artêşên neteweyî yên li Sûriyê, Lîbya û Iraqê bûn. Piştre veguherî siyaseta destwerdana yekser mîna li Iraqê (baregeha Başiqa û hwd. Her wiha li Sûriyê bi rêya dagirkirina sêgoşiya Cerablus, Ezaz û Babê bi êrişa Diri Firat destwerdan kirin. dûvre Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Ji wê zêdetir jî rêxistinên çekdar ên alîgirê xwe li li Idlibê bi rêya dirêjkirina peymana Sochiyê bi Rûsyayê re parast. Ji ber di wê peymanê de diviyabû rêxistinên terorîst bihatana helandin.
Lê bi hilweşandina Îslama siyasî li Misir, Tûnis, Mexrib û Sûdanê û gurbûna nakokiyên bi Erebistana Siûdî re, ku rola wê di têkçûyîna desthilata Mihemed Mursî û hatina Ebdulfetah El-Sîsî de hebû, ku li dijî îxwnana e, her wiha têkçûna projeya wê li Sûriyê, van hemû mijaran hişt ku aboriya dewleta Tirk û lîreya wê bi paş keve. Lê bi derketina qeyrana aborî re ku destekdayîna gel ji Erdogan re kêm kir ku gel stûna piştî ya hemû perspektîf û hevalbendên wî yên siyasî ye, her wiha metirsiya wî li ser hilbijartinên serokatiyê ya sala bê re, Erdogan “pragmatîzma” xwe yê asayî dest pê kir ku ji nû ve li hemû siyasetên xwe vegere. Di têkiliyên xwe de û normalîzekirina bi Îsraîl, Îmarat, Erebistana Siûdî û Misirê re westiya û gelek tawîz mîna tewandina dosyaya Xaşiqcî, qeslkirina çalakiyên endamên koma Îxwana El-Mislimîn, girtîna dezgehên wê yên çapemeniyê, biryara dewleta Tirk a li hember kadroyên baska leşkerî ya tevgera Hemasê ku tune bin an jî di xaka Tirkiyê re derbas nabin, dan. Armancên Osmaniya Nû hêdî hêdî kêm bûn û li şûna wê “Osmaniya Biçûk” derket û sînora wê Mîsaqî Millî ya 1920’an e. Anku bi kurtayî, tevahî peymanên navneteweyî ku sînorên di navbera dewleta Tirk û dewletên cîran de ji bo berjewendiyên mêtingeriya nû hatine xêzkirin werin têkbirin. Ew jî bi rêya dagirkirina bakurê Sûriyê û Iraqê mîna kevanekê ji Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê heta bi bakurê Iraqê û Başûrê Kurdistanê de. Her wiha di bajarên Dêrazor, Reqa, Mûsil û Kerkûr heta bi Silêmaniyê diçe. Lê ya Erdogan bi awayekî sîstematîk pêk aniye ev e; dagirkirina rûberên mezin ji xaka Sûriyê ya li bakurê Sûriyê rewa kir. Di wan herêman de siyaseta tirkkirinê, guhartina meteryalên xwendinê, guhartina demografiya wan herêman bi rêya bicihkirina malbatên çekdarên alîgirên wê li ser hesabê şêniyên resen piştî dan koçberkirin, pêk anî. Ala tirkî li ser avahî û îdareyên fermi hatin hildan, danûstandin bi lîreya tirkî ye. Hemû tiştên girêdayî dîrok û mîrasa herêmê wêran kir. hemû kiryarên dermirovî li dijî welatiyan pêk anîn. Der bare plana wî ya guhartina demografiya herêmên dagirkirî, israr dike ku milyonek penaberên sûrî li herêma qaşo “herêma ewle” di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de bi cih bike û dê bi vê yekê re gelek pirsgirêkên xeternak derkevin.
Di vê dawiyê de, mijûlbûna cîhanê bi krîza Ukraynayê re fersend girt, bi awayekî hovane û bi hinceta şerê li dijî PKK’ê (terorîst) êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, di wan êrişan de tevkariya PDK’ê û hikumeta Nêçîrvan Barzanî heye, her wiha bêdengiya hikumeta Bexdayê jî heye. Tenê hin daxuayniyên şermok ji berpirsên wê tên dayîn. Dewleta Tirk di êrişên xwe ne tenê kurdan hedef digire, lê belê tevahî pêkhateyên herêmê hedef digire. Hemwextî êrişên dewleta Tirk, artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir û dîwarê îzolekirinê bi dirêjahiya 250 kîlo metre di navbera Şengal û Rojava de lêdike. Armanca wê têkbirina hêzên êzidiyan ji bo parastina xwe ava kirine. Ew yek jî piştî hikumeta Iraqê û PDK’ê di êrişên DAIŞ’ê yên 2014’an de dev ji wan berda, ew hêz hatin avakirin. Li aliyekî din jî armanca wê projeya Rêveberiya Xweser derbe bikin, ji ber yekane li hember Osmaniya Nû sekinî, li hember hêzên tarî yên bi nûnertiya rêxistina DAIŞ’ê sekinî û ji hemû pêkhateyên bi deh hezaran şehîd û birîndar dan.
Bê guman Osmaniya Nû ya (Mezin û Biçûk) li tevahî dewletên cîran, bi taybet li Sûriyê û Iraqê xeteriyekê çêdike. Divê gelên herêmê ji bo rawestandina komkujî û qirkirinê, li hemberî hovîtiyên dewleta Tirk hevgirtî bin û bibin yek. Xebata ji bo şikandina bêdengiya navneteweyî ya der barê êrîşên li dijî Sûriyê û Iraqê û bikaranîna çekên kîmawî li dijî welatiyan de were kirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi lezkirina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê heye. Ew jî bi rêya pêkanîna biryara navneteweyî (2254) bi beşdariya hemû hêzên siyasî bêyî ku tu kes were îstîsnakirin, di serî de jî Rêveberiya Xweser. Da ku bigihîjin Sûriyeke demokratîk, laîk a nenavendî ya yekgirtî
Diyaa İskender