STENBOL – Ciwanên Welatparêz li navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek li darxistin. Di meşê de gelek caran siloganên mîna “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Îmralî, Bê Serok Jiyan Nabe, Kurdistan Wê Ji Faşîzmê Re Bibe Goristan, Ciwan Fedayê Rêber Apo ye” hatin berz kirin.
Ciwanên Welatparêz diyar kirin ku çalakî li ser esasê seferberiya çalakiyê ku bi dirûşma “Li dijî dagikerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” hatine li darxistin. Ciwanên Welatparêz destnîşan kirin ku wê çalakiyên wan zêde bibin û heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk were wê li qadan bin.