NAVENDA NÛÇEYAN – Tora hevgirtinê ya Enternasyonal ji bo rojnamevanên di 8’ê Hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin li ser medyaya dîjîtal peyama piştevaniyê parve kirin. Di nava torê de Union Syndicale Solidaires û Sendîkaya Rojnamevanên Navneteweyî gotin em piştgiriyê didin Rojnamevanên Kurd û gotin pêwîst e demildest rojnamevan werin berdan.
Peyama hatiye parvekirin wiha ye;
“Hinek ji navên rojnamevanên hatine binçavkirin wiha ne: Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firadê (DFG) Serdar Altan, Midura ajansa Jinnewsê Safiye Alagaş, edîtora Jinnewsê Gulşen Kocuk, edîtorê ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç û Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Geçiken, Esmer Turnç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahin, Elif Ungur, Îbrahim Koyuncu, Remziye Temel, Mehmet Yalçin û Abdurrahman Oncu ye.
Bi taybetî jî bi ser ajansa jinan Jinnewsê de hate girtin û gelek amûrên wan hatin desteserkirin. Rejîma Erdogan careke din xwest bi êrişan beşa muhalif a ku sûcên wan erê nakin bêdeng bike. Em weke hempîşeyên rojnamevanên hatine binçavkirin, Union Syndicale Solidaires û Sendîkaya Rojnamevanên Navneteweyî li gel rojnamevanên kurd in û em ji bo rojnameger demildest werin berdan bang dikin.
Ji bo rojnamevanên kurd ên hatine binçavkirin piştgirî!
Rojnamevanî ne sûce!