REQA –Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan dest bi amadekariyên festîvala gelêrî kirine, ev festîfal wê li ser asta herêmên rizgarkirî li bajarê Reqayê were li darxistin. Li ser banga seferberiyê ya Komalên Ciwan, ji bo piştgirîdayîna berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” Festîfal were li darxistin.
Festîfala ciwan û jinên ciwan ve wê di 15’ê Heyva Pûşberê de (15.06.2022) di demijmêra 9’an sibehê de li hola ‘TAC’ ya li beramberî lîstokgeha Firatê ya bajarê Reqayê were li darxistin. Ji bo wê jî ciwan û jinên ciwan bang li tevahî ciwanan kirin ku cihê xwe di vê festîfalê de bigrin û ji êrîşên dagirkeriyê re bibin bersiv.
Li ser vê bingehê yek ji endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ku cihê xwe di komîteya amadekariyê ya festîfalê de digire ciwanê bi navê Ehmed Neşrî, ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku wê vê xebatê xwe diyarî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bikin.
Ehmed destnîşan kir ku li ser banga seferberiyê ya Komalên Ciwan wê vê festîfalê li darbixin û wiha dewam kir; ” Destpêkê em vê xebatê diyarî Rêber Apo û gerîla ve dikin. Emê festîfalekî gelêrî li ser asta Herêmên Rizgarkirî, di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” li darbixin. Armanca me ji vê festîfalê ewe ku em piştgirî bidin berxwedana gerîla û ji her kesî re vê berxwedanê ragihînin. Em êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Wê di festîfala me de li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêşiya huner, şano û çandî û hwd were pêşkêş kirin. Di dawiyê de dîsa em silavên xwe yên germ ji Rêber Apo û gerîla re rêdikin.
GERÎLA ÇAVKANIYA ME YA MANEWÎ YE
Her wiha jina ciwan ya bi navê Bişra Ehmed ku cihê xwe di rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Reqayê de digre ji ajansa me re derbarê festîfalê de wiha nirxand; “Destpêkê em festîfalê li ser asta Herêmên Rizgarkirî Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, di bin dirûşmeya “LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ” de wê were li darxistin. Armanca me ji vê festîfalê ji her kesî re ragihandina berxwedana gerîla ye. Em jî weke Tevgerên Ciwanên Şoreşger bi taybet weke ciwanên Reqayê erka me ye em êrîşên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla û tevahî Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re ragihînin.
Em êrîşên dewleta Tirk ya dagiker yên li ser Herêmê jî şermezar dikin. Em dibînin ku dewleta Tirk li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi planên nû kirine, da ku bi van planan herêmên nû jî bixe bin dagirkeriya xwe de. Em dizanin ku împaratoriya Osmanî li ser xaka Sûriyeyê 400 sal dagirkeriya xwe pêk anî. Armanca wan jî ji vê dagirkeriyê ew bû ku nasnameya gelê Sûriyeyê têk bibin û weke nijad wê ji binî de qir bikin. Niha jî dixwazin li Sûriyeyê bi taybet jî li ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayên guhertina demografiya pêkbînin, ya ku armanca wê bi binxistina projeya Netewa Demoqratîke. Îro ji bo tevahî cîhanê projeya Netewa Demoqratîk bûye nimûne, ji ber ku projeyeke ji bo tevahî gelan wê serkeftinê bîne.
Armanca wan ji van hemû êrîşan xirabkirina ewlehiya herêmê ye. Em jî weke Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, emê li dijî van êrîşan bisekinin. Gerîla çavkaniya me ya manewî ye, em moral ji gerîla digrin. Li ser vê esasê ji bo ku em jî ji berxwedana gerîla re bibin bersiv emê di 15’ê Heyva Pûşberê de (15.06.2022) di demijmêra 9’an sibehê de li hola ‘TAC’ ya li beramberî lîstokgeha Firatê ya bajarê Reqayê festîfala xwe li darbixin.