NAVENDA NÛÇEYAN – Derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho ji ajansa Nûçe Ciwan re nirxandin kir û bersiva pirsên ajansê da.
Amed Şaho di axaftina xwe ya beşa yekemîn de bal kişand ser erkên ciwanan ya di nava pêvajoyê de û got; “Divê jin û ciwan bi girêdanbûyîna bi felsefe û ramanên Rêber Apo re, bi siloganên weke “An Serkeftin, An Serkeftin” ala berxwedan û têkoşînê bihejînin. Bendewariyên civakê ji ciwanên ku bi rihê ciwantî û Apoyî tevlî cenga azadiyê dibin heye. Ciwan û jinên ciwan bi tevlîbûna nava refên têkoşîn û berxwedanê dikarin bibin bersiva daxwazên gel. Di heman demê de li dijî êrîşên dagirkerî û îxanetê divê refên gerîla werin bi hêzkirin û mezin kirin.”
Li her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî êrîşên dagikeriyê yên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastina Medyayê gelê kurd û dostên wê di nava tevgerê de ne. Hûn helwestên gel yên li hember êrîşên dagirkeriyê çawa pênase dikin û yekgirtina gel û gerîla çiqas dikare bi bandor be?
“Şerê ku îro li herêmê rû dide, şerekî wêrankare ku ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst ve tê bi rêve birin. Di bingeh de ev şerê ku îro diqewime şerekî di navbera sîstema modernîteya demoqratîk û sîstema modernîteya kapîtalîst de ye. Sîstema modernîteya kapîtalîst da ku hegomaniya xwe li ser herêmê serwer bike şer, tundî û komkujiyan li herêmê pêktîne. Ji ber ku bi şer desthildariya xwe mayînde dikin. Ji ber vê jî şerê cîhanê ya 3’yemîn gel kirin, û navenda wê jî kirin Rojhilata Navîn û Kurdistan, ev her du cih kirin qada şer, ji xwe yên ku zirarê jî dibînin gelên herêmê ne. Ên ku planên şer yên li ser herêmê xêz kirin xwastin dagirkeriya xwe bi hinceta şerê li dijî terorê rawa bikin.”
‘YA KU ÎRO PARASTINA KURD Û KURDISTANÊ DIKE, EW PKK Û GERÎLA YE’
“Yek ji wan hêzên ku îro bûye temsîlvanê modernîteya kapîtalîst dewleta Tirk ya faşîste. Dixwazin xwe bi riya belavkirina şer û tevlîheviyan xwe ji aloziyên heyî ku jiyan dikin rizgar bikin. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi desteka NATO û bi taybet Amêrîka êrîşên xwe zêdetir dike. Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê jî nîşan dide ku bi giştî konsepteke îmhayê ya li dijî kurd heye. Di destpêka plana van êrîşan de armanca yekemîn lawazkirina hêza pêşeng û berxwedêr ya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê di şexsê Rêber Apo û gerîla de dixwazin gelê kurd tune û qir bikin. Bi vê yekê jî ev hêzên dagirker bi hinceta şerê me li dijî PKK û gerîla ye dixwazin plana dagirkirina Kurdistanê rawa bikin. Di vê mirov ji bîr neke ku yên îro parastina Kurd û Kurdistanê dikin ew PKK û gerîla ne. Hêzên dagirker li hember berxwedana gerîla ketine nava hûrmiyekê de, ji bo vê jî da ku bi rêbazekî din tola xwe ji gelê Kurd bigrin, berxwedana dîrokî û bê hempa ya gelê Kurd têk bibin, li Îmraliyê dijî Rêber Apo şerekî mezin dane destpêkirin. Armanc ji sexta wan ya li dijî Rêber Apo û êrîşên ser gerîla ewe ku astengiyan li pêşiya planên xwe yên dij mirovî nebînin. Lê belê di vî şerî de Rêber Apo dijmin asteng kiriye û Rêber Apo şerê hebûn û tunebûnê dide meşandin. Rêber Apo bi sekna xwe kariya dîwarên berxwedanî, azadî û demoqrasiyê bi hêztir kiriye û Îmralî kiriye navenda çareseriya pirsgirêkên kurd, demoqrasî û azadiya gelan.”
‘TUNEKIRINA KURDÊ AZAD LI KURDISTANÊ, TUNEKIRINA DEMOQRASÎ Û CIVAKA WEKHEV E’
“Tişta herî bi nirx û bi wate jî pêla berxwedanê û hêrsa gel ya li hember xeta îxanetê ye. Ev helwestên gel jî asta şiyarbûna netew û civaka Kurd diyar dike. Gelê Kurd îro bûye xwedî fikir û ramanên demoqratîk, rêxistina xwe ya berfireh, yekgirtî û xwedî parastina rewa avakirî. Berxwedanî û têkoşîna rewa îro ji her demê dîrokê dîrokê bi hêztir, watedartin û bilindtir bûye. Ji ber ku gelê Kurd hertim rastî siyaseta tunekirin, qirkirin, û helandinê hatî, ev jî hêştiye ku gelê Kurd hertim li berxwe bide û têkoşîn bike. Ji ber ku ji bo tunekirina kurdê azad li Kurdistanê, tunekirina demoqrasî û civaka wekhev, bi hemû şêwazên hovane, derveyî pîvan û exlaqên mirovahiyê êrîşî gelê Kurd dikin. NATO, Amêrîka, Îsraîl û Îngîltire jî xwe tevlî kamploya dijî Kurdan dikin, ji ber vê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk bê deng û bê helwestin. Siyaseta berfireh ya dagirkerên Kurdistanê, wisa li Kurdan kiriye ku hertim di nava pizisyona berxwedanê de bin û ala têkoşînê ji bo mafê xwe bilind bikin. Ji ber ku tenê berxwedan û têkoşîna hevpar ya gelê Kurd hêştiye îro hebûna wê bigihêje roja îro.”
‘EGER KU GELEK JI BI XWEDÎ DERKETINA LI NIRX Û NASNAMEYA XWE DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE BE, EV TÊ WATEYA KU EV GEL KOLETIYA LI SER HATÎ FERZ KIRIN QEBÛL NAKE’
“Ji ber vê yekê berxwedan û têkoşîna gelên li Kurdistanê û derveyî welat li dijî dagirkerî û îxanetê bi nirxe. Wê ev berxwedana gelan têkoşîna Rêber Apo û gerîla bi rûmetir bike. Ev têkoşîn jî nîşaneya aramî, azadî û demoqrasiyê ye. Her çiqasî dagirkerî, faşîzm û îxanet bilind bibe, ewqas jî li hember wê têkoşîna azadî û edaletê jî bilind dibe. Ev jî ancax tenê bi têkoşîna hevbeş û yekgirtî ya gelan çêbibe. Ji ber vê jî gelê Kurd û dostên wê bi biryardariyekî mezin di germahiya şerê cîhanê ya 3’yemîn de cihê xwe digrin. Di çeperên şer yên pêş de bê navber têkoşînê didin meşandin û li nirxên xwe xwedî derdikevin. Eger ku gelek ji bo xwedî derketina li nirx û nasnameya xwe di nava têkoşînê de be, ev tê wateya ku ev gel koletiya li ser hatî ferz kirin qebûl nake, li hemberî wê ji bo jiyaneke azad û demoqrat têkoşîn dike. Di vê riyê de gelê kurd ji bo pêkanîna aşîtî û çareseriya demoqratîk, ji her demê zêdetir li dijî dagirkeran şer û têkoşînê dide meşandin, û li kêleka berxwedaniya Rêber Apo û gerîla bi erka xwe ya dîrokî û welatparêziyê radibe. Gelê Kurd wê heya serkeftinê têkoşîna xwe ya rawa wê bidomîne.”
Girîngiya stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî ji bo rizgarkirina axa Kurdistanê ji destê dagirkeran çiye, ji bo ku gel jî cihê xwe di kêleka berxwedana gerîla de bigre û di serkeftina mezin ya dîrokî de rola xwe bilîze rêbazekî çawa divê ?
“Şerê Gelê Şoreşgerî felsefeya parastina gele. Ji ber vê jî wê bibe bingeha çareserkirina pirsgirêka Kurd û demoqrasiyê. Dewleta Tirk ya qirker ji ber zihniyeta xwe ya faşîst û dagirker, demoqrasî û azadiya gelan qebûl nake. Ji ber vê yekê jî têkoşîna Kurdan di meyîdanên parleman, partî, saziyên sivîl û heta di nava têkoşîna qanûnî di hundir û derveyî Tirkiyê de jî nayê qebûl kirin. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta faşîst ya AKP-MHP’ê li dijî demoqratîkbûna gelan e. Ji bo wê ye ku zihniyeta desthildar ya Erdoxan îro bûye ser sebebê aloziyan. Mixabin Malbata Barzanî û PDK’ê jî hevbeşê vê siyasetê û hêza noker a dewleta faşîst ya Tirkin. PDK’ê li dijî xeta berxwedan û azadiya gelê Kurd tê bikaranîn û li pêşiya azadiya gelên Kurd û Kurdistanê wekî astengiyekê ne. Tevî hemû siyasetên qirêj û înkarê ku rêjîm û xeta îxanetkar, li ser gelê Kurd bi pêşxistiye, dîsa jî gelê Kurd ji bo demoqratîbûyîna Tirkiyê têkoşîn dike û fedakariye herî mezin jî dike. Gelê Kurd tu carî ji têkoşîn û berxwedana xwe ya rawa gav şûnde neavêtiye. Lê belê li hemberî wê dewleta Tirk ya faşîst bi israre ku ji bo domandina desthildariya xwe li ser gelan siyaseta qirkirina siyasî, civakî, abûrî û hwd bê navber pêktîne. Ev jî ji bo mirovahiyê wekî tehdîtekî rişt e. Ji ber ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi gûrkirina şerê li herêmê û kûrkirina aloziyan desthildariya xwe dom dike. Ên ku li hember vê siyaseta hov derbikeve û li dijî wê zihniyeta hov demoqrasî û azadiyê pêkbîne, di serî de Rêber Apo ye, piştre Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û li kêleka wê jî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê jî dewletên faşîst û dagirker bê navber li ser Kurdistanê êrîşan pêktînin, li ser vê esasê jî em ji şerê ku îro tê kirin re dibêjin şerê hebûn û tunebûnê.”
‘TÊKOŞÎNA RAWA Û DEMOQRATÎK YA LI HEMBER VÊ ZIHNITEA FAŞÎST, BÊ GUMAN BI HÊZ, ÎRADEYA AZAD Û XWASER YA GEL Û GERÎLA VE MISOGER DIBE’
“Ji destpêka vî şerî heya niha gelê Kurd bi stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî bersiva vê siyaseta qirkirin û tunekirinê da. Ji ber vê yekê jî girînge ku tevahî gelên Kurdistanê ji 7 salî heya 70’ê salî, bi taybet jî ciwanên Kurdistanê tevlî pêngava seferberiyê ya ku ji aliyê tevgera ciwanan ve hatî ragihandin bibin. Tevlî pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê” bibin û bi rihê vê pêngavê heya dawiyê derbên giran li dagirkeran bidin. Têkoşîna rawa û demoqratîk ya li hember vê zihniyeta faşîst, bê guman bi hêz, îradeya azad û xwaser ya gel û gerîla ve misoger dibe. Ji bo vê jî gerîlayên ciwan û jinên ciwan li Herêmên Parastina Medyayê di nava berxwedaniyeke dîrokî de ne, cihê xwe di cenga azadiyê de digrin, ev sekna wan gerîlayan jî ji tevahî mirovahiyê re bûye çavkaniya îlhamê.”
‘BI HÊZA TÊKOŞÎNA HEVBEŞ A GELAN ZIHNIYETA DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ ASTENG BIKIN Û CAREKE DIN HÊVIYA BI DEST XISTINA AZADÎ Û DEMOQRASIYÊ JI GELÊN HERÊMÊ RE GEŞ BIKIN’
“Em niha di pêvajoyekî wisa de ne ku gel û gerîla bi têkoşînekî hevpar bi rihê Avaşîn, Zendûra û Werxelê li Kurdistanê û derveyî welat êrîşên dagirkeriyê têk birin e. Ji xwe Şerê Gelê Şoreşgerî jî wiha ye, gel û gerîla bi hevre li dijî dagirkeriyê şer bikin. Li ser vê esasê em dikarin bêjin gerîla bi rihekî fedayî hemû erkên xwe yên demê pêktîne û derbeyên giran li dagirkeran dide, xwedî li nirxên civakê yên pîroz derdikeve. Ji bo wê jî wê demê girînge ku gelê Kurd û dostên wê di kêleka berxwedana gerîla de, çeperên têkoşîn û berxwedanê hîna xortir bikin, bi bilindkirina têkoşînê re xwedî li nirxên pîroz yên vî welatî û dîrokê ve derbikevin. Bi îradeyekî azad rê li ber dagirker û îxanetkaran ve bigrin. Bi hêza têkoşîna hevbeş a gelan zihniyeta dagirkerî û îxanetê asteng bikin û careke din hêviya bi dest xistina azadî û demoqrasiyê ji gelên li herêmên re geş bikin.”
Rola jin û ciwanan di vê pêvajoya ku em jiyan dikin de çiye, çiqasî dikare bandor bike û li hember êrîşên dagirkeriyê bersivên çawa divê were dayîn ?
“Di berxwedan û têkoşîna ku li herêmên Avaşîn, Metîna û bi giştî Herêmên Parastina Medyayê de, li dijî dagirkerî û faşîzm tê kirin, jin û ciwan pêşengtiyê ji vê berxwedana serdemê re dikin. Bi îradeyekî xort, bi qehremantî li dijî rêjîma herî hov û çekên kîmyawî şer dikin. Jin û ciwanên Apoyî bi vê şerê xwe ji mirovahiyê re careke din tovên hêvî û baweriyê geş kirine. Bi vê berxwedana xwe ya bi rûmet cîhan aşqê xwe kirine û bûne çavkaniya moral û manewiyata herî xort ji bo mirovahiyê. Ev jî bi qehremantî û fedayîbûna bi sedan jin û ciwanên şoreşger ve çêbûne, ji ber ku di nava civakê de jin û ciwan hertim herî zêde rastî bê edaletî û perçiqandinê hatiye, ji bo wê jî herî zêde jin û ciwan ji bo mafê xwe û civakê ve têkoşîn dikin. Ji ber vê jî di çiyayên Kurdistanê de bi serbilindî çekên azadiyê ya ku parastina rûmet gelê Kurd û mirovahiyê dike rakirine, bi vê yekê tola xwe ji sîstema modernîteya kapîtalîst û nokerên Kurdistanê radikin. Jin û ciwanên şoreşger yên Apoyî li hember artêşa NATO û çekên kîmyasal bi rihê Apogerî li berxwe didin û bi erkên xwe yên dîrokî radibin bê navber derbên giran li dagirkeran dixin.”
‘CIWAN WÊ BI HÊZA XWE GEL Û CIVAKÊ JI BIN PENCA QIRKIRINÊ RIZGAR BIKIN’
“Ev berxewdana ku tê raber kirin jî ji nû ve nivîsandina dîroka nû ya mirovahiyê ye, ku bi wekhevî, edalet û damoqrasiyê hatî xemilandin. Ji ber vê di pêngava “Dem Dema Azadiyê” de erkekî girîng û bi nirx dikeve ser ciwanan ku bi rihê seferberiyê tevlî pêvajoyê bibin. Ji ber ku parastina welat erkekî exlaqî, wijdanî û welatparêziyê ye. Yanê erka her jin û ciwanekî Kurde ku li berpirsyartiyên xwe xwedî derbikeve. Ji bo netew, niştîman, welat û azadiyê ve bi rihekî fedayî tevlî pêngava “Werin Cenga Azadiyê” bibin. Ji ber ku gelê Kurd bi serkeftina pêvajoyê re wê azadî, wekhevî, edalet û demoqrasiyê bi dest bixîne. Divê jin û ciwan bi girêdanbûyîna bi felsefe û ramanên Rêber Apo re, bi siloganên weke “An Serkeftin, An Serkeftin” ala berxwedan û têkoşînê bihejînin. Bendewariyên civakê ji ciwanên ku bi rihê ciwantî û Apoyî tevlî cenga azadiyê dibin heye. Ciwan û jinên ciwan bi tevlîbûna nava refên têkoşîn û berxwedanê dikarin bibin bersiva daxwazên gel. Di heman demê de li dijî êrîşên dagirkerî û îxanetê divê refên gerîla werin bi hêzkirin û mezin kirin. Ev jî bi çalakiyên ciwan û jinên ciwan ên redîqal ve dikare bibe. Çalakiyên redîqal û serkeftî ku jin û ciwan bi wê zincîrên koletî, dagirkerî û îxanetê parçe bikin. Ciwan di nava xeta têkoşînê de erkên xwe yên dîrokî û serdemê pêkbînin û dîwarên berxwedanê bi hêztir bikin, hestên azadiyê geştir bikin. Ciwan wê bi hêza xwe gel û civakê ji bin pençên qirkirinê rizgar bikin.”