COLEMÊRG – Êrîşa ku Tirkiyeyê di 17’ê Nîsanê de bi piştgiriya PDK’ê li dijî Herêmên Parastina Medyayê dabû destpêkirin didome. Ji ber vê êrîşê li Colemêrgê jî liv û tevgera leşkerî ya hewayî heye. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bi destxistin, cerdevanên ji bo êrîşê ji Colemêrgê birine Zapê ji ber ku tu encam bi dest nexistine wan li herêma Dêrelûk û Amediyê bi cih kirine. Her wiha tê gotin ku ji bo piştevaniya cerdevanan 200 leşkerên Hêzên Taybet jî bi navê “Tîma Şerker” ji Enqerê birine herêmê.