RIHA – Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê qetil kirîbûn. Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê Haci Esvet û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin, di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobet di roja 463’an de berdewam kir û ji ber salvegera komkujiyê nobeta îro bi awayekî girseyî hat lidarxistin.
Piştî bîranîna li ser goristanê ya li navçeya Pîrsûsê malbat û hevserokên KCD û DBP’ê Berdan Ozturk û Salîha Aydenîz jî di navde nûnerên bi dehan partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hiqûqî, sendîkayên kedê û parêzer piştgirî dan malbata Şenyaşar. Tevahiya nobetê dovîzên “em edaletê dixwazin” hatin hilgirtin û beşdaran dûrişmeyên “Wê AKP hesab bide gel” û “Maf hiqûq û edalet” hatin berzkirin.
‘DOSYAYA KOMKUJIYÊ TÊ VEŞARTIN‘
Di nobetê de destpêkê Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê Gokhan Dayik axivî û got ku ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê didome 4 sal in ji bo malbata Şenyaşar edalet pêk nayê. Piştre parêzerê malbatê Serhat Kûr jî axivî û got ku dosya komkujiya malbata Şenyaşar ji wan tê veşartin.
‘DESTHILAT PARLAMENTERÊ XWE DIPARÊZE‘
Piştî Kûr Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku 4 sal in dosya wan bi biryar nepeniyê tê parastin û ev tişt got: “Bi milyonan kes li doza me xwedî derketin. Desthilata parlamenterê xwe diparêze. Li nexweşxaneyê sûcê li dijî mirovahiyê pêk hat. Heqîqetek heye û ew jî derketiye holê. Lê zilm didome. Dozger ji me direvin. Em mafdar in û em ê bi serkevin. Daxwazên me hiqûqî ne. Di dawiyê wê edalet û hiqûq bi serkeve.”
‘HÛN Ê HESAP BIDIN’
Piştre Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û got ku kujer diyar in û wê hesab bidin. Rêveberê Navenda Giştî ya OHD’ê Melîscan Guneş jî destnîşan kir ku li her derî bêedaletî heye û got ku ji bo bidawîkirina zilma li dijî malbata Şenyaşar li Rihayê ne.
Di berdewamê de gelek nûnerên rexistinan axivîn û ji bo malbata Şenyaşar daxwaza edaletê kirin.