NAVENDA NÛÇEYAN – Pêşbirka Hûseyîn Çelebî ya Helbest û Çîrokan ya ku ji 1993’yan û vir ve tê organîze kirin, bi pêşengiya YXK û JXK tê li darxistin. Li ser vê esasê komîteya amadekar ya pêşbirkê derbarê xebatên xwe de daxuyanî dan.
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;
Wek komîteya amadekar em bangawazî dikin ku hûn bi hemû berhemên xwe yên wêjeyî tevlî pêşbirka Hûseyîn Çelebî bibin. Ji bo bernameyeke dewlemend a wêje û hunerê em benda we ne ku hûn bi awayekî çalak tevlî bibin.
Îsal pêşbirk wê bi du beşan tenê were çêkirin, yek ji wan helbest û ya din çîrokên kurt. Berhemên wêjeyî wê bi zimanê Kurdî (Kurmancî), Tirkî û Almanî werin nivîsandin.
Xebatên ku hatin amadekirin wê bi rêya poste û e-poste wê ji van navnîşana re werin şandin.
Postfach 15 01 32 70075 Stuttgart
Xebatên ku we amade kirin di navbera 18 Hezîran – 14 Tebaxê ji me re bişînin.
Cih û dîroka pêşbirkê wê di hefteyê pêşiya me de ji we re were parvekirin.