NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand, “Di qonaxa niha de wek PJAK em hewil didin gel birêxistin bikin, ne ku li gel muxalefeta Kurd bikevin nava pêşbaziyê. Rewşa xirab ya aborî û debara jiyanê ya welatiyan, li gel bilindbûna rêjeya bêkarî û birsîtiya li Îranê, rewşa şerê navxwe û raperînê avakiriye.”
PJAK’ê derbarê rewşa her çar parçên Kurdistan, Rojhilata Navîn û bi taybetî Rojhilatê Kurdistan û Îranê de daxuyaniyek nivîskî da.
PJAK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir Îran û Îsraîl di rewşa şer de ne û dibe ku bi tundî derbasî qonaxa duwem bibin. PJAK’ê got, “Ger welatên serdest bixwazin li dijî Îranê şer bikin, wê li ser helwesta Îsraîlê destpê bikin. Niha aloziya siyasî û leşkerî ya Îranê li Rojhilata Navîn de li gel siyasetek metirsîdar û tundrew a derve de di nava şer de ye. Wê ev metirsî ne tenê li ser Îranê nebe, ji berku çend welatek din ên cîran jî digre nava xwe.”
Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, “Li gor pêşbîniyan, hemû qeyranên cîhanî ta Peyîza îsal wê bigihin astek gelek metirsîdar. Rewşa xirab ya aborî, debara jiyanê ya welatiyan li gel bilindbûna rêjeya bêkarî, birsêtî ya li Îranê rewşa şerê navxwe û raperîna gel ava kiriye. Li gel nerazîbûnên mamosta, karker û xanenişînan diyar dibe ku civak êdî biryara guherînê daye.”
Her wiha tê diyarkirin ku zêdebûna hejmara kesên tê bidarvekirin bi taybetî li Belucistan, Xuzistan û Rojhilatê Kurdistanê, di ser de jî pêlên girtinan, biryara Îranê ya ji bo bêdengkirina nerazîbûnan bi şêweyî tundutijiyê nîşan dide.
Di beşek din a daxuyaniyê de tê gotin, “Rewşa muxalefeta Rojhilatê Kurdistanê ji gelên din ên Îranê baştire. Lê hinek pêşbaziyên desthilata hizbî û şovenî rewşê xistiye metirsiyê. Lê bê guman em hewil didin li dervey van pêşbaziyên têkçûyî bimînin û bi awayek bihêz li ser rêya xwe berdewam bikin. Niha hewildanên me ji bo wê yekê ne ku em gel birêxistin bikin, ne ku em li gel muxalefeta Kurdî bikevin nava pêşbaziyê.”
Di dewama daxuyaniya PJAK’ê de li ser êrişên Tirkiye û Îranê yên li ser Kurdan jî tê gotin; “Bi li berçavgirtina van êrişên Tirkiye û Îran ên li beramberî her çar parçên Kurdistanê hene, hevsengkirina hunera siyasî û leşkerî li Rojhilatê Kurdistan yek ji karên me yên sereke ên niha ne. Ji berku roja raperînê ya her çar parçên Kurdistan ji Rojhilatê Kurdistanê bilind dibe û encama dawî jî wê ji aliyê vê beşa Kurdistanê ve were diyar kirin.”
Di dawiya daxuyaniya PJAK’ê de jî tê gotin, “Mafê tu aliyek nîne bi siyasetek xelet û ne di dema xwe de metirsiyê çêke. Hinek alî dixwazin ku îradeya siyaset û raperînê ji coxrafya Kurdistanê derxin û pêşbaziya binkeftî ji bo paytextên dijminan veguhêzin û bibin gefek li ser raperîna Kurdan.”