ŞENGAL – Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve 2 caran hate bombekirin.
Êriş bi dema herêmî saet di 11:30’î de pêk hat.
Bi balafirên bêmirov ên biçek 2 caran bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê û bazara li heman herêmê hatin barandin.
Li gorî dîmen û agahiyên ji Şengalê hatin wergirtin, êriş ne tenê li dijî Meclîsa Gel a Sinûnê ye, di heman demê de bombe li gelek dikanan hatine barandin. Piştî bûyerê şêniyên herêmê û hêzên Iraqî ji bo lêgerînê li cihê bûyerê kom bûn.
Hate ragihandin ku gelek kes ji ber êrişê birîndar bûne û di nav de çend zarok jî hene. Birîndar rakirin nexweşxaneyan û li ser rewşa wan agahî nehatin bidestxistin.