DIHOK – Dewleta Tirk a dagirker îro saet li dor 15.20’î bi topan êrîş bir ser gundê Perexê yê navçeya Zaxo ya Dihokê. Di êrîşê de kur û bav birîndar bûn. Her du welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Zaxoyê.
Her wiha dewleta Tirkiyeyê îro danê sibehê jî êrîş biribû ser bajaroka Sinûnê ya Şengalê. Di vê êrîşê de jî welatiyek û neviyê wî jiyana xwe ji dest dabûn û 6 welatî jî birîndar bûbûn.