MEXMÛR – Şêniyên Wargeha Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan bi dayîna daxuyaniyekê, êrîşa îro ku ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk ve li ser Şengalê çêbûyî, bi daxuyaniyekê şermezarkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaredariya Wargehê Fatma Bîlen ve hat dayîn.
Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişa li ser Şengalê û got: “ Wek tê zanîn îro di saet 11:30 êrişek ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Şengalê çêbû, di vê êrişê de mirovên sivîl hatin hedef girtin. Em weke gelê Wargeha Mexmûr vê êrişê bi tûndî şermezar dikin, ev bi salane gelê Şengalê li hemberî her cure êrişan serî ne tewandiye û natewîne jî. Her wiha êrîşên ku li ser gelê Şengalê tê pêkanîn jî, Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê berpirsyare. Ew dewletên ku destûr didin ji bo ev êriş pêkbên, mirovên sivîl, zarok têne hedefgirtin, dikan, nexweşxane, Meclîs û hwd dikin hedef em wan şermezar dikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadan ku van êrişan bide sekinandin. Em li gel gelê xwe yê şengalêne û êşa wan parvedikin.”
Daxuyanî bi diruşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.