BEHDÎNAN – Êrişên ku dewleta Tirk li ser Zap, Metîna û Avaşînê dike, didome. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li hemberî êrişa dagirker a ku artêşa Tirk di 17’ê Nîsanê de dabû destpêkirin, ji bo gerîlayên li Zap, Avaşînê û Metînayê axivî.
Axaftina Karayilan wisa ye;
“Ji bo tevahiya hevalên li Metîna, Zap û Avaşînê;
Ez destpêkê we tevahiya hevalan bi hezkirin, rêzdarî silav dikim. Di berxwedana dîrokî de ji bo we serketinê dixwazim. Di vê berxwedana pîroz de şehîdên qehreman hemûyan bi rêzdarî, hurmet bi bîr tînim, li hember bîranîna wan serê xwe ditewînim. Soza me dane wan careke din dubare dikim, em ê heta dawî şopdarê wan bin, ala wan ti carî li erdê nehêlin û doza wan bi ser bixînin. Wisa wan bikin kesên nemir, bîranîna wan her tim zînde bikin, bidin jiyîn.
Niha peyamek taybet heye. Peyama şehîda hêja hevala bi rûmet Aysel Dogan ji bo we hevalan heye. Hevala Aysel di meha şehîdan meha Gulanê de hevala me ya hêja, hevala Aysel Dogan bi nexweşiya penceşêr li Elmanyayê şehîd ket. Hevala Aysel Dogan hevaleke me ya kevn bû. Ji Dersimê ji malbata serokê berxwedana Dersimê Seyîd Riza bû. Hevala Aysel hevaleke jin a Kurd pir bi biryar û bi prensîb bû. Hevaleke Apoyî xwedî helwest û têkoşîn bû. Hevaleke wisa di tevahiya jiyana xwe de, bi biryardariya xwe, bi xurtbûna xwe, bi radîkalbûna xwe tê naskirin. Hevaleke wisa bû. Hevala Aysel dema nêzî şehadetê dibe, wêneyê Serok Apo datîne hember xwe, bi baldariyeke mezin lê dinihêre û wisa diçe şehadetê, jiyana xwe ji dest dide. Beriya biçe şehadetê peyama xwe ya herî dawî jî ew e; ez qurbana berxwedêrên Zapê dibim, dilê min bi wan re, ez ji wan re serketinê dixwazim, ez bi hêvî me wê bi ser bikevin. Peyama xwe ya herî dawî ev e. Şehîda me ya hêja, hevala bi rûmet ji bo berxwedêrên Zapê û bêguman ên tevahiya Herêma Medyayê ku niha şer dikin daxwaza xwe ya herî dawî, wasiyeta xwe ya herî dawî serketin e. Me berê gotibû, dilê tevahiya gelê me, yên hevalên me li Zapê diavêje. Ev peyama hevala Aysel jî nîşana vê ye. Bi rastî îro tevahiya hevalên me û gelê me û dostên me çavên xwe li Zapê ne û dilê xwe li Zapê diavêje. Divê heval bi vê zanibin. Em wisa silava şehîda hêja heval Aysel Dogan digihînin hemû hevalan, bi taybetî ji hevalên Zapê re silavên xwe hene. Em vê silavê digihînin hemû hevalên li Zapê.
DIJMIN FÊM KIR WÊ ŞER NIKARIBE BIKE AMÛRA ŞOVEKE SIYASÎ
Hevalên hêja êrişa dijmin a 17’ê Nîsanê li hemberî tevgera me li Zapê destpê kir û li hemberî wê berxwedana we hevalan, berxwedana dîrokî îro kete qonaxeke nû. Dijmin 39 rojan bi hemû derfetên xwe hewl da ku biçe encamekê. Ango Zapê dagir bike û bixîne. Lê berxwedana hevalan a bi lehengî bi pêşengtiya hevrê Mizgîn û Rohatan de pêk hat, rê neda vê û ew bi ser neketin. Bi esasî planê wan ew bû ku her eyaletekê yek bi yek bixînin û wisa biçin encamê. Destpêkê herêma Medya tevahiya dagir bike, dûre jî berê xwe bidin Şengalê, berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Lê belê li ser esasê berxwedana hevalan li Zapê û li Avaşînê xitimîn. Bi taybetî piştî ku li Çiyareş û li Kurojahro hevalan êrişên dijber kirin, derbên giran xwarin, di van êrişan de qehremanê hêja hevrê Mahîr Mazlûm em bi bîr tînin; bi wî ruhê berxwedêriyê êrişên hatin kirin, derbeke giran li dijmin xist. Dijmin jî êdî neçar ma nirxandineke nû bike û di plana xwe de hinek guhertinan bike. Ji ber ku dijmin fêhm kir ku li Zapê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê wisa weke ku plankirî ew nikare demeke kurt de encamê bi dest bixe. Û nikare şovekê bike wisa rojeveke şer û siyasetî ava bike. Dijmin ev fêhm kir. Ji bo wê xuya ye, di du mijaran de biryar dane, planeke nû çêkirine. Ya yekem; ji bo ku tengasiya li Zap û xeta Werxelê dijîn bibihurînin, ango jê derkevin wisa êrişa li ser Zapê qulipandin aliyê rojavayê Zapê jî. Ango fireh kirin. Bi vê firehkirinê dixwazin ji tengasiyê derkevin. Wan dihesibandin ku ji Girê Cûdî derbê li aliyê Zapê dihate xistin, bandora xwe li ser tevgera wan li Zapê çêdike. Ji bo pêşî li vê bigirin, dagirkirina Girê Cûdî, Girê FM û Girê Hakkarî xistin nava plana xwe. Ev plana wan di destpêkê de jî hebû. Lê belê wan dixwestin Zapê çareser bikin û wisa bi berfirehî were ser tevahiya Metînayê. Lê belê ji ber ku li Zapê bi ser neketin niha tenê ew cihên me gotî, ne tevahiya Metîna lê cihê ku rola xwe di berxwedanê de heye kirin hedef. Ji bo ku karibin li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwe ji tengasiyê rizgar bikin û encamê bi dest bixin. Ya duyem jî; ji encama şerê niha li Ûkraynayê dibe rewşeke konjokturel, siyasî ya nû peyda bû. Dewleta Tirkiyeyê, hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst dixwaze ji vê rewşê sûdê werbigire û berê êrişên xwe bide Rojava. Ji ber ku rejîma AKP û MHP’ê dixwaze li Tirkiyeyê rojeveke şer çêbike, di atmosfera şer de rojeveke siyasî li gorî xwe ava bike û bi vî rengî hilbijartineke pêşwext bike. Hesabê wan ev e. Ango rejîm têk diçe. Ber bi hilweşandinê ve diçe. Ew dixwazin bi şerê li dijî Kurdan, bi dijberiya li Kurdan, bi şerê li dijî PKK’ê rojeveke şer çêbike, di nava toz û dûmana şer de rojeveke siyasî ji bo xwe ava bikin û bi vî rengî hilbijartina pêşwext pêk bîne û pêşî li hilweşandina xwe bigirin. Bi vî rengî karibin rejîma xwe dewam bikin û mayinde bikin. Hesabê wan ev e. Wana dît ku ev rewşeke wisa tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nikare ava bikin. Ji bo wê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê jî. Lê belê li Rojavayê Kurdistanê jî wê heman bersivê bigirin. Wê weke bersiva li Zapê werdigirin, li Rojavayê Kurdistanê jî bigirin. Niha em wisa fêhm dikin, ku tevgerên li Rojavayê Kurdistanê jî xwe amade kirine. Em bawerin ku li wê derê wê careke din Efrîneke duyem an go Serê Kaniyê û Til Ebyedeke duyem wê rû nede.
EV BERXWEDAN BI SAYA HEVALÊN ŞEHÎD ÇÊBÛ
Niha xuya ye dijmin dagirkeriya Tirk a qirker, rejîma AKP-MHP’ê li ser hîmê dijminatiya li Kurdan û li hemberî tevgera me bi şerekî giştî dixwaze xwe ji hilweşandinê derxîne. Lê belê ew nikarin vê bikin, wê nikaribin pêşî li hilweşandina xwe bigirin. Niha şer fireh kir, bi esasî xwest xwe ji xitimandina li Zapê dexîne. Ji 25’ê Gulanê û heta niha şerê li Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî çêdibe ji bo wan bû sîleyeke mezin. Ez bawerim hîn di destpêkê de wan fêhm kir ku ev plana wan wisa naçe encamê. Ji ber ku ev hewldanên wan ên ji bo firehkirina şer ne ku ew ji tengasiyê derxistin, berevajî, hîn zêde ew xistin tengasiyê. Li kêleka Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, Pêngava Cenga Xabûrê ya Savaş Maraş jî destpê bû. Pêngaveke nû ya berfireh kete rojevê. Em bawerin bi bilindbûna Pêngava Cenga Xabûr a Şehdî Savaş Maraş wê têkçûna wan li Zapê, li Metîna, li Avaşînê hîn zêde leztir bibe, hîn zêde misoger bibe. Nîşaneya vê ya herî mezin çalakî û berxwedana hevalên li girên Hakkarî, FM û Cûdî ye. Ev çend roj in şerê li van qadan dibe, nîşan dide ku dijmin di plana xwe ya nû de jî bi ser nakeve û wê têk biçe. Di vê der barê de gelek çalakiyên hevalan çêbûn û em weke fermandarî bi nivîskî dem bi dem çalakiyên li gorî ku ji me xuya dibe, yên bijare em pîroz dikin. Lê gelek çalakiyên ku bi wate û girîng li ser ruhekî fedaî Apoyî pêk tên, ku divê mirov pîroz bikin hene. Bi esasî giştî wisa ye. Berxwedan û hewldanên hevalan di vê demê de bi giştî wisa ye. Rast e, kêmasî jî hene, cih bi cih lawazî jî hene. Bêguman her tişt ne çar û çar e. Em fêhm dikin û zanin. Lê belê şêwaza şer û ruhê di şer de tê nîşandan bingeha serketinê ye, dikare mirov bibe encama mezin. Li ser xeta Rêber Apo raber dike ku kûraniyeke hevalan heye. Him di warê ruh û cesaret de hem jî di warê rêbazên şer û taktîk de. Di vê çarçoveyê de ez careke din dixwazim çalakiyên hevalên li Girê Hakkarî pîroz bikim. Bi taybetî di bin pêşengtiya hevrê Siyabend, Hêzil, Laşer û Saren de berxwedana hate nîşandan, çalakiyên ku çêbûn hêja ne, hemû hevalên di van çalakiyan de cih girtine û bûne xwedî ked, em wan pîroz dikin. Bêguman ev berxwedan bi saya van şehîdên qehreman de çêbû, em li hember bîranîna van qehremanan bejna xwe ditewînin, wan bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin û deyndariya xwe li hemberî wan dubare dikin. Berxwedana li wir çêbû li ser vî hîmî hêja ye.
Berxwedana li Girê FM hem 27’ê Gulanê hem jî yê 30’ê Gulanê. Yê li Girê Cûdî çêbû, di 27’ê Gulanê de bi pêşengiya hevrê Nalîn Firat de pêk hat, em şehîda hêja bi bîr tînin, li hember bîranînên wê bejna xwe ditewînin. Û tevahiya hevalên di vê berxwedan ê de cih girtin û bûne xwedî ked, em wan pîroz dikin. Û li bendê ne ku berxwedan û serketina wan hîn û hîn geş bibe û xurt bibe. Em hêvî dikin wisa beşdariya hevalan a li şer a li girên FM, Cûdî, Hakkarî wê berxwedana me ya pîroz a Zapê, ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hîn zêde geş bike û bibe bingeha serketina mezin. Li ser vê bingehê em hevalan silav dikin. Ev hevalên nû ji 26’ê Gulanê û vir ve beşdarî berxwedanê bûne hemûyan silav dikin û berxwedana wan, serketina wan pîroz dikin.
EM BERXWEDANA LI GIRÊ KARKER PÎROZ DIKIN
Hevalên hêja, li aliyê din berxwedana li Zapê jî di vê demê de hîn geş bû û bi pêş ket. Me hinek çalakî pîroz kirin. Lê belê dijmin piştî hewldana 45 rojan encex gihîşt Karker ango ser girê Karker. Piştî windahiyên mezin karîbû heta wê derê bihata. Lê belê hevalan jî li hember van hewldanên dijmin bi rastî berxwedaneke girîng bi wate, çalakiyên cûr bi cûr, weke sabotaj, xefik, sabotaj û serdegirtin di nava hev de pêk anîn. Derbên giran li dijmin xistin. Em berxwedana li girê Karker pîroz dikin.
Li Şikefta Birîndara ji serî heta niha şerekî dijwar, berxwedana hevalan heye. Herî dawî hevalan helîkopterek xist. Rast e bi fermî hevalan negot me xist. Dibêjin me lêxist, dûre jî çû li nêzî Xeregolê dengekî mezin jê hat. Yanî ket. Divê mirov wisa bibêje. Ji ber vê em hevalên li Şikefta Birîndara hemûyan pîroz dikin. Berdewamiya serketina wan hêvî dikin. Em bawerin ku wê hîn serketinên mezin not bikin, qeyd bikin. Wê bi vê rolê rabin.
Hevalên li Şehîd Şahîn bi taybetî yên li tunelên berxwedanê yên li Şehîd Berxwedan van rojên dawî çalakiyên balkêş çêkirin. 27’ê mehê dest danîn ser cenazeyên dijmin. Piştî wê jî dijmin xistin xefikê. Derbên giran li dijmin xistin. Em careke din hevalên beşdarî van çalakiyan bûne û tevahiya hevalên li herêma Şehîd Şahîn pîroz dikin û dewamiya serketinên wan dixwazin. Em hêvîdarin ku ew ê li wê eniyê hîn zêdetir serketinên mezin bi dest bixîne.
ŞERÊ ME ŞEREKÎ PÎROZ E
Niha li vê derê heval dibêjin ku dijmin xwest kûçikan bişînin hundir, kûçik nehatine. Ew tê fêhmkirin ku êdî kûçikan jî nas kiriye ku dewleta Tirk wan dişîne mirinê. Piştî wê dixwaze leşkeran bişîne, leşker jî nîqaş dike naxwaze werin. Dûre 4 heban tevger dikin tên, ew jî 2 li devê tunelan dimirin, 2 jî xwe diavêjin zinar li wir dimirin. Hevalên hêja divê mirov bang li van leşkeran bikin. Yanî we dît ku ew carna bang li hevalan dikin. Halbûkî yên bang bikin lazim e em bin. Motîvasyona me, moralê me, doza me ji ya wan pir bilindtir e. Ew ji bo rejîmeke faşîst şer dikin. Hatine axa Kurdistanê ji bo dagir bikin, ji bo pereyan şer dikin. Lê em ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya gelan, ji bo demokrasiyê, ji bo nirxên mirovatiya pîroz em şer dikin. Ji bo paşerojeke ronahî em şer dikin. Şerê me şerekî pîroz e. Ew ji bo pere û pûlan, ji bo dagirkeriya qirêj şer dikin. Ji ber wê divê em bang li wan bikin. Her ku derfet çêbûn divê heval bang li wan bikin û bêjin; werin teslîm bibin. Teslîmî gerîla bibin. Her yê hatiye devê tunelê divê were teslîm bibe. Di vê mijarê de me hinek hevokên ku di bangkirinê de mirov bi kar bîne amade kiriye, hevalan. Belkî bi cîhazê bixwîne bigihêje we, ku gihîşte we hûn jî dikarin her derfet çêbû li ser wê esasê bang li dijmin bikin. Yê ku lazim e bang bike ku dijmin were teslîm bibe em in. Ew leşker ji bo pere û pûlan li wan deran têne kuştin, cenazeyên wan hemû ji zinaran tên werdan. Dijmin qet qala wan jî nake. Ji kîsê dê û bavê xwe diçin. Qet kes gotina wan jî nabêje. Car carna neçar dimînin navê hinekan dibêje. Di vê der barê de divê em hîn zêde li ser rawestin. Li dijî dijmin bi berxwedana leşkerî, îdeolojîk û siyasî bi her awayî têbikoşin.
QEDERA HIKUMETÊ BI ŞERÊ LI HERÊMÊN PARASTINA MEDYAYÊ RE GIRÊDAYÎ YE
Di vê demê de şerê me hîn zêde bûye şerekî îdeolojîk û siyasî. Bi esasî naveroka şerê me bêguman şerekî îdeolojîk, polîtîk e. Dijmin jî vî şerî ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe dimeşîne, ji bo encameke siyasî werbigire. Yanî hîn zêde polîtîze kir. Welê polîtîze bû ku bandora xwe rojane li ser rojeva Kurdistanê, rojeva Tirkiyeyê çêdibe. Yê niha qedera vê hikumetê diyar bike şerê niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Şerê li Zap, Metîna û Avaşînê ye. Yanî dema hilbijartin çêbû, ya ku encamê diyar bike ne propaganda hilbijartinê ye, encama şerê li vê derê ye. Eger sibe li Rojava çêbibe, bêguman encama şerê li Rojava jî bandora xwe zêde hebe. Di vî esasî de şerekî pir zêde hatiye polîtîzekirin. Li ser vê bingehê divê mirov nêzî şer bibe. Yanî aliyê îdeolojîk, çandî, psîkolojîk, leşkerî hemû bi hev re divê em bimeşînin. Pêwîste heval hîn zêde argumanan çêbikin. Mînak; hemû çalakiyan qeyd bikin. Ji ber ku dijmin înkar dike, rastiyê ji civaka xwe vedişêre. Dijminekî ji civaka xwe ditirse, bi civaka re xwe durûtiyê dike. Ev dijmin ne tenê li qada şer tirsoneke. Li qada siyasî jî bi esasî tirsoneke. Heqîqetê nikare bi gelê xwe re, bi gelê Tirkiyeyê re parve bike. Ser her tiştî digire. Lewma lazim e heval hîn zêde çalakiyan qeyd bikin, şer qeyd bikin, bikin dîmen. Pirekê xwe bi şev dibin, dibe ku heval di qeydkirinê de pirsgirêk rû dide, lewma qeyd nakin. Bila be. Şev jî be careke din heval qeyd bike baş e. Wisa mirov her tiştî di bin qeydê de bike, heta her hevalên niha di tunelan de, bêguman li her tunelekê hevalek, çend heval rojane rojnivîsk qeyd bikin baş e. Ev tişt hemû ji dîrokê re dibin mal. Mînak niha hevalên li Werxelê, yên tunela şer a nexweşxaneyê, 9 heval tê de bûn ti kesî jî şehîd nebûn. Lê belê dema heval derketin me mêze kir ku ti hevalan rojnivîsk nenivîsandine. Ji bo wan hate gotin ku buroşurekê binivîsînin. Dibe ku hîn pê re mijûl in, yan jî qedandibin. Halbûkî lazim e rojane jî qeyd bikirana. Weke yên hevalên li Girê Sor, li deverên din. Yanî qeydkirin girîng e. Her karê tê kirin dîrokî ye. Ne şert e îllehî şehîd hebe, ji xwe em dixwazin di van tunelan de êdî şehîd nebin. Niha li tunelekê şehîd çêbûn, em ê li ser wê jî biaxivin. Lê belê em dixwazin êdî nebin. Berxwedana tê meşandin dîrokî ye. Ji bo wê divê dîrok bê qeydkirin.
EV ŞER NE ŞEREKÎ JI ADETÎ YE
Beriya her tiştî şerê ku niha tê kirin ne şerekî ji adetî ye. Rêbaza şerê ku tê meşandin ne rêbazeke ji rêzê ye. Niha mesela Rojavayê Kurdistanê dikare ji vê rêbaza li Zap, Avaşîn û Metîna û Girê Cûdî sûdê werbigire û wê axa azad biparêze. Ji bo tevahiya cîhanê jî nimûneyeke. Di warê taktîkê de nûbûneke. Pêşveçûneke nû ye. Ji ber wê me got li Zapê tenê ne ku dîrok tê nivîsandin, li wir di heman demê de di dîroka şer de nûbûn heye, ew tê nivîsandin. Ji ber taktîk rêbazên nû yên parastina axa azad tê bi pêşxistin. Ev pir girîng e. Ji ber wê lazim e ev hemû bêne qeydkirin jî.
Hevalên hêja, tiştên ku lazim e hîn zêde heval li ser bisekinin hene. Mînak; xuya ye wê dijmin hîn zêde giraniyê bide ser gazên kîmyewî. Li her tunelekê hinek deriyan bigire û ji deriyekî mayî yan jî du deriyên mayî jî gazê berde hundir. Dibe ku pompa jî anî bin, wisa biavêjin hundir û bi wê biçe encamê. Di vê der barê de tecrûbeyên par hene û yên îsal jî hene. Hinek amûr jî hatin, divê li gel hevalan hebe. Divê mirov amûrên parastinê baş bi kar bînin, tedbîran xurtir bikin. Mînak teqez divê mangê parastî, yê hatî îzolekirin hebe. Û her kes ne li cihên xeter bin. Yên li wê derê jî teqez divê amûrên parastinê pê re hebin. Ev pir zêde pêwîst e. Divê heval girîngiyeke mezin bidin van tedbîrana. Li ser vê hîn bi xurtahî bisekinin. Di vê der barê de divê her kes li rê û rêbazên parastinê raweste. Em dixwazin şer demdirêj bikin, me berê ev got. Mesela, demdirêjkirin li nava dijmin alozî çêkir. Hîn dirêj bike wê hîn zêde aloziyê çêbike. Ji ber wê lazim e em amûrên xwe li hundir, pêwîstiyên jiyanê, yên şer bi îdare bi kar bînin. Divê em bi pîvan nêzî her tiştî bibin, di her tiştî de dîsîplîn hebe, plan hebe. Parastina hevalan tiştekî sereke ye. Pêwîstiyan jî divê mirov bi plan bi kar bîne. Di vê der barê de her hevalek divê xwe berpirsyar bibîne, lê belê fermandarî divê li van tiştan hemûyan bifikire û plan bike.
ŞERÊ HEYÎ BI PARASTINA AKTÎF DIKARE WERE MEŞANDIN
Parastin bêguman tenê ne parastina fîzîkî ye. Di heman demê de parastina hevrêtî, ruhê hevrêtiyê ye. Yanî hem parastina fîzîkî hem parastina jiyana kolektîf, jiyana hevrêtî, kûrkirina jiyana hevrêtiya Apoyî ye. Di van hemûyan de parastin û kûrkirin pêwîst e. Eger çiqasî hûn di nava xwe de ruhê hevrêtiyê kûr bikin, çiqasî hûn avahî û fermandarî yekdest bin wê kûrahiya şer bi we re xurtir bibe. Ewqasî hûn ê bi kêm windahî serketinên mezin bi dest bixin. Hedefa me ew e; em bi kêm windahî serketinên mezin werbigirin. Di vê der barê de di şerê li Girê Hakkarî li ser hev windahî çêbûn. Windahiyên şer in. Lê belê divê heval baldar bin. Windahiyên şer jî divê kêm bin. Şerê heyî bi parastina aktîf dikare bê meşandin. Ev rast e. Di parastina aktîf de heval diçin ser cenazeyên dijmin. Ev tiştekî pir pir girîng e. Bi taybetî di vê der barê de hem li Girê FM hem jî li Girê Karker hevalên jin, milîtanên YJA Starê hîn zêde derketin pêş. Li her derê ew heval rol dilîzin, lê belê li van deveran hîn zêdetir derketin pêş. Em ji bo vê bi taybetî hemû endamên YJA Starê silav dikin, ji bo wan serketinê dixwazin. Di şer de êrişkerî pêwîst e. Divê mirov bi tesîr li dijmin bixe û bêguman êriş bike. Lê belê êriş divê bi pisporî çêbibe. Ango bi şêwazê profesyonel çêbibe. Ev tê çi wateyê; divê windahî nebe. Ne ku xwe bike hedef û êriş bike. Xwe neke hedef û êrişê bi ser bixîne. Hostatî ev e. Ji bo me tişta pêwîst hostatiya di vir de ye. Zanebûn e, tevgera aqilane ye, kûraniya taktîkê bi vî rengî ye. Lazim e hevalên hêja xwe biparêzin û parastina aktîf bikin. Rojên dawî bi taybetî li ser hîmê parastina aktîf şerê hevalan xurtir bû. Ez bawerim dikim ku bandora vê yekê wê rojên pêş jî hîn bêhtir xuya bike. Ev pir bi bandor e.
Li ser 2 tiştan divê mirov pir pir baldar bin. Yek; afirîneriya taktîkê ye. Yanî bi aqil, bi sebir, bi ziravî, bi plan tevger e. Ev girîng e. Di her şert û mercî de divê li ser taktîk rêbazê bi baldarî raweste. Bi şêwazê şerê parastina aktîf taktîk kûranî hebe. Mijara duyem jî; du aliyên xwe hene. Pêşvebirina şerê bi tevger e. Li ser esasê ruhê êrişkerî, parastina aktîf meşandina şerê tîmê bi tevger. Di vê mijarê de divê em ji par dersê werbigirin. Mînak par di vê mijarê de pir kêmasî çêbûn. Hevalan di şerê tîmên bi tevger de weke tê xwestin li ser veşartîbûnê baldar nebûn, eşkere tevgeriyan û bûn hedef. Niha divê wisa nebe. Yanî tîmên bi tevger divê pir dizî tevbigerin, wekî xeyalet bin. Ji nişka ve derkevin li dijmin bixin û dijmin bi lezî tune bikin, winda bibe. Weke tevgera birûsk tevbigere. Di vê mijarê de hevalan hinek çalakiyên nimûne kirin. Ev rêbaz divê were dewamkirin. Yanî di şerê bi tîm de kûranî hebe. Di vê xusûsê de lazim e herêma Metîna bi tevahî bikeve nava şer. Ne ku tenê Girê Hakkarî şer bike, na. Ne hewce ye ez cih û war bibêjim, bi şiklekî ku Girê Hakkarî piştevanî bike ango destek bike, bi tenê nehêle divê fermandariya wê derê di nava tevgerê de be. Heman tişt ji bo Girê Cûdî, FM û deverên din jî pêwîst e. Yanî hevalên li derveyî şerê germ divê temaşe nekin. Heman tişt ji bo Zapê, bi taybetî ji bo Avaşînê pêwîst e. Li Avaşînê hinek çalakî bûn, li xetê pişt. Lê belê kêm dibin. Divê hîn geştir bibe. Di vê mijarê de her kes divê bi rola xwe rabe. Bi esasî şer bû şerê tevahiya Behdînanê. Yanî Heftanîn û Garê jî ne li derveyî vê ne. Em wan hevalan jî di heman çarçoveya berxwedanê de dibînin. Divê ew heval jî bi vî rengî nêzîk bibin, tevbigerin. Di vê mijarê de tişteke din ku divê bê dîqetkirin, li jorê jî hate gotin. Yanî di şerê tunelan de ji tecrûbeyên par ders bêne girtin. Heval bi hestiyar nêzîk nebin. Tedbîrên xwe hîn xurtir be. Di vê xusûsê de li herêma Kurojahro hinek kêmasî rû dan. Xuya ye di fermandariya jor de derengmayin çêbû. Divê hîn di wextê de tedbîr bihatina girtin. Em fêhm dikin ku esas windahiyên li wê derê ji derengmayinê çêbû. Ji ber ku hevalan zanî bûn ku der çawa ye, wê demê dikarîbûn tedbîr bigirta. Di vê der barê de li wir bi taybetî li Şehîd Tolhildan berxwedaneke dîrokî çêbû. Em hemû berxwedêran silav dikin û şehîdên qehreman di şexsê hevrê Çiya Amed û Rojbîn Agirî Serhat de bi bîr tînin. Me fêhm kir ku çima hinek lawazî çêbûn û şehîdên me çêbûn. Ev yek nêrîna me ya li ser şerê erdê û şerê tunelan piştrast dike. Ango cihên stratejîk di asteke têrker de hatiye çêkirin, eger em rê û rêbazên rast bi kar bînin em karin bê windahî dewam bikin. Lê belê cihên lawaz divê mirov di wextê de tedbîrên wê bigirin, mirov bi însiyatîf tevbigere. Ev pêwîst e. Bêguman di şer de dema mirov kêmasiyan çêbike, mirov dikare windahiyan jî bide. Ez bawer dikim ku hemû hevalan ders derxistine. Pêwîste mirov hîn zêde li ser raweste. Em hem şerê tunelan, hem şerê li ser erdê bi firehî, bi kûrahî bi pêş bixînin, bi pisporî bimeşînin. Di van rêbazan de kûranî çêbibe, em bêwindahî yan jî bi windahiyên pir hindik karibin derbên mezin li dijmin bixînin.
RÊBER APO 24 SAL IN LI BER XWE DIDE
Hevalên hêja, weke ku me li jorê jî anîn ziman tiştê niha hemû heval qet û qet ji bîr nekin ew e; ev şerekî dîrokî ye. Em dixwazin di vî şerî de bersivê bidin hêviyên şehîdên qehreman. Ji bendewariyên Rêber Apo re bibin bersiv. Rêber Apo bi sebreke mezin 24 sal in li ber xwe dide û çavên xwe li me ye. Em bibin bersiv. Em ji hêviya gelê xwe, ji hêviya gelên herêmê re, ji hêviya dayikên Kurdistanê re bibin bersiv. Erka me ev e. Ji ber vê erkê divê em li ber xwe bidin, şer bikin lê xwe û hevalên xwe biparêzin. Ne ku xwe bikin hedef. Em dixwazin di vî şerî de bi ser bikevin. Ji bo wê jî di taktîk kûraniyê de divê lêhûrbûn, pêşveçûn çêbibe. Em taktîkên niha li vir dimeşînin, ango taktîkên niha li Avaşîn, Zap, Metîna tên meşandin ji bo her kesekî berhem e. Ango her kes dikare jê sûdê werbigire. Wê roleke xwe hebe ku tevahiya xelkên bindest jê sûdê werbigirin. Wê roleke xwe ya gerdûnî hebe ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya mirovahiyê, xelkên bindest wê roleke xwe ya girîng hebe. Lewma divê em bi hostatî bi pêş bixînin. Em bi sebir nêzîk bibin, bi aqil, bi kûrahî nêzîk bibin. Eger heval wisa nêzîk bibin û xwe biparêzin, li ser vî hîmî di taktîkê de dewlemendiyê, kûraniyê bi pêş bixînin wê li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêşengiya berxwedêrên Zap, Metîna, Girê Cûdî û Avaşînê serketineke mezin wê çêbibe. Ji bo vê divê heval pir bi berpirsyar nêzîk bibin. Dijmin ne biçûk bibînin, ne jî mezin bibînin. Û her heval divê rola xwe bilîze. Xwedî li berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî derkeve. Rast e, divê fermandar di asta yekem de berpirsyar be, lê belê îro her hevalekî li van qadan şer dike ew jî berpirsyar in. Divê her kes di vî alî de fedakariya pêwîst, berpirsyariya pêwîst raber bike û di vê serdema dîrokî de ji bo gelê me bi serketineke nû şa bibe, gelê me jî li ser axa pîroz bi azad karibe bijî, ji bo gelên herêmê ji vê zordestiya Tûraniyan, ji zordestiya Îttîhat Terakkiyan rizgar bibin, her kes divê rol bilîze. Em bawerin ku heval di vê xusûsê de xwedî berpirsyar in, haya wan jê hene. Wê erka xwe pêk bînin, rola pêwîst bilîzin û wisa wê bi ser bikevin. Em li ser vî esasî dibêjin ‘Bijî Bijî Berxwedana Zapê, Avaşîn’, ‘Bijî Bijî Berxwedana Metîna, Girê FM, Girê Cûdî’, ‘Bijî Bijî Berxwedana Gerîla’, ‘Bijî Bijî Berxwedana Gelê me’, ‘Bijî Bijî Serok Apo’.