KOBANÊ – Ciwanên TEV-DEM’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ku li ser çiyayên Kurdistanê û bajarên wê ve dane destpêkirin, di çarçoveya pêngava ‘Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê’ daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ciwanan diyar kirin ku ewê li hember êrîş û dagirkeriyê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî li berxwe bidin û dagirkeriyê têk bibin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Mamosteyên bajarê Kobanê Basil Bazo ve hatî dayîn wiha ye;
Wekî tê zanîn bi dehan selan têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê ve berdewam dike. Di nava van salan de gelê kurd bi gelên herêmên re destkeftiyên pir mezin qezenc kiriye. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd û herêmên ve bê navber dewam dike. Li hemberî vê berxwedanê dijminê qirker û faşîst, di serî de jî dewleta Tirk ya dagirker, ku bi hevkarên xwe re rojane êrîş tîne ser welat û gelê me ve, ketine nava tengaziyekî mezin de. Ji bo vê jî dixwazin bi hevkarên xwe yên navnetewî û herêmî re axa Kurdistanê dagir bike, hebûna gelê Kurd tune bike. Ji ber vê jî şerê ku em dikin şerê hebûn û tunebûnê ye.
Taybet di van her du salên dawiyê de dijminê faşîst êrîşên pir hovane pêktîne, bi her cure teknîk û çekên kîmyawî ketiye nava êrîşan de. Herî dawî jî ev bû du mehin dijmin êrîşên hovane birine ser çiyayên Kurdistanê. Armnaca wan jî ji van êrîşan tunekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku hêza herî rawa ya gelê Kurde, û bi vê awayî tevahî axa Kurdistanê dagirk bikin. Lê belê li hember vê berxwedanê gerîla berxwedanekî bê hempa dimeşîne, niha jî dagirker di Zapê de xetimîne.
Lê bi hevkarî û îxaneta PDK’ê re lihevkirinan dikin, bi hev re jî êrîşî ser xaka Kurdistanê dikin. Dema ku nikarîbûn di Zapê de gavê xwe pêş de bavêjin, vê carê berê xwe dan Rojava û Şengal. Rojane gefan li ser herêmên me dixwe û dixwaze axa me dagir bikin. Li hember vê bê guman çawa ku gerîla li berxwe dide, em jî weke ciwan wê li berxwe bidin. Emê nehêlbin ku careke din dagirker bikevin axa me de. Li hember van êrîşan emê xwe bi rêxistin bikin, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin, axa xwe biparêzin da ku rizgar bikin.
Ji bo vê em weke kedkar û karkerên civakê diyar dikin ku heya dawiyê emê li hember vê dagirkeriyê bisekinin. Dîsa em weke ciwanên TEV-DEM’ê diyar dikin ku em hêza parastina civaka xwe ne, emê li hember îxanet û dagirkeriyê li berxwe bidin. Careke din em bang li hemû ciwanan dikin ku “LI DIHÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”.
Herî dawî daxuyaniya ciwanan bi siloganên weke ‘Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Werin Cenga Azadiyê’ bi dawî bû.