NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji beriya 39 salan ve heta niha berdewam dikin. Piştî 23’ê Gulana 1983’an dewleta Tirk û dewleta Iraqê hevpeymanek îmze kirin û yek ji bingeha wê ew bû ku herdu dewlet dikarin sînorê hev 15 kîlometreyan derbas bikin.
Piştî wê hevpeymanê dewleta Tirk di sala 1983’an de êrîşî herêma Behdînanê kir, wê demê êrîşê xaka Başûrê Kurdistanê kir û heta niha êrîşên wî yên li ser Başûrê Kurdistanê didomin. Di sala 1988’an de di qonaxa enfalê de dewleta Iraqê xwest vê lihevkirinê bi kar bîne lê belê dewleta tirk rêgirî lê kir û piştî wê salê Iraqê kar bi vê hevkariyê nekir. Niha dewleta Tirk ji 15 kîlometre zêdetir, nêzî 40 kîlometre sînorê xaka Iraqê derbas kiriye û nêzî 60 baregehên wî di nava xaka Iraqê de hene û zêdetirî 5 hezar leşker tê de bi cih kirine.
Dewleta Tirk bi riya van baregehan li Başûrê Kurdistanê êrîş dike û bi navê rêxistin û dezgahan di nava bajaran de dezgehên sîxurî ava kirine û sîxurtiyê di nava hemwelatiyan de dike. Bi vê yekê kesên azadîxwaz, welatparêz û têkoşer dikin hedef û qetil dikin, weke Zekî Çelebî, Şukrî Serhed û her wiha bi riya desthilatdar û hevkariya PDK’ê çalakvan û rojnamevanan bi bihaneya têkdana asayîşa welat digrin, dixin girtîgehan. Bi heman awayî çalakvan û rojnamegerên Behdînanê yên weke Bêrîvan Eyub û Umêd Berûşkî û nêzî 83 kesên dixin girtîgehan.
Bi nêzbûna peymana Lozanê êrîş dijwartir bûne
Peymana Lozanê ya di sala 1923’an de hatibû îmzekirin û Kurdistanê kiribûn çar parçe, Misaq-i Milî ku hemû wîlayeta Mûsil û Kerkûk di nav de bûn bi dawî bû, xeyalên dewleta Tirk bi dawî bûn. Yek ji armanca dewleta Tirk ew e ku careke din xeyalên xwe yên Osmanî zindî bike. Ji ber vê her dem dewleta Tirk di nava êrîşên dagirkeriyê de ye, ji derveyî têkdana li Bakûrê Kurdistanê dixwaze rêveberiya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî tune bike.
Êrîşên dewleta tirk zirarê didin Kurdistanê
Operasyonên leşkerî yên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi mebesta dagirkirina herêmên li Başûrê Kurdistanê ne. Êrîşên bombebarankirina gund, rez û baxçeyên hemwelatiyan dike. Ji 26’ê Gulana 2020’an ve balafirên şer ên dewleta tirk êrîşî nexweşxaneya gundê Sefre ya herêma Mewet a sînorê bajarê Silêmaniyê û nexweşxaneya Xapur kirin ku têd e du welatparêzan jiyana xwe ji dest dan.
Di 25’ê Hezîrana sala 2020’an de balefirên şer yên dewleta Tirk êrîşî seyrangeha Kunemasî kir ku 30 kilîmetre ji navenda Silêmaniyê dûr e û tê de malbatek heşt kesî bi giranî birîndar bûn, dû ji birîndaran zarok bûn ku temenê wana di navbera 2-3 salî debûn, dû birîndar jin bûn yek ji wan lingê xwe ji dest da.
Di 9’ê Hezîrana sala 2021’ê de balafirên şer ên dewleta tirk gundê Şîê yê girêdayî Dinartê yê Dihokê bombebabaran kir û ziyanek mezin gihîşt rêz û baxçeyên hemwelatiyan.
Êvara 19’ê Hezîrana 2021’ê balafirên şer ên dewleta Tirk li nava gundê Gelale yê girêdayî şarbajêr wesayîdek bombabaran kir.
Di Adara 2021’ê de dewleta tirk li Biradost wesayîdek kir hedef û du pêşmergeyên bi navê Zikrî Hacî û Loqman Çeto tê de bûn wê biçûyan gel lawirên xwe bi giranî birîndar bûn, ji derveyî vê her dem devera Biradost di bin gefên bombabarana dewleta Tirk de ye û dewleta Tirk dixwaze gund werin valakirin.
Dewleta tirk bi sedan kîlometre dûrî sînoran bombabaran dike
Êrîşên dewleta tirk ên li navçe û li ser sînoran berdewam dikin, bi sedan kilometre dûrî riya balafirên bê mirov û bi çek tê bombebarankirin û kesên şareze dibêjin ew dronên ku bi kar tînin ne ji Tirkiyeyê radibin, ji nav herêma Kurdistanê radibin.
Di Tebaxa 2021’ê de balafirên şer ên dewleta tirk nêzî şaredariya Batîfa ya girêdayî Zaxoyê êrîşî wesayîdeke sivîlan kir û du geştiyarên Ereb jiyana xwe ji dest dan û piştî du rojan cenazeyê wan hat dîtin.
Di 28’ê Tebaxa 2021’ê de dewleta Tirk serê sibehê sînorê Pêncewîn û Şarbajêr bombaran kir û nêzî nîvsaetê bombabaran bi giranî berdewam kir, li gundê Şêxil Merînî ya sînorê herêma Zelan li Şarbajêr û bax û malên hemwelatiyan bûn hedef û li Pêncewîn jî ziyan gihîşt zeviyan û ev bombabaran 200 kîlometre di nava xaka herêma Kurdistanê de pêk hat.
Li bajarokê Çemçemal di 4’ê Cotmeha 2021’ê de balafirên şer ên dewleta Tirk li gundê Seydan xurawî yê girêdayî bajarokê Çemçemalê wesayîdek kir hedef û du kes birîndar bûn. Her wiha di 8’ê heman mehê de careke din dewleta tirk wesayîdek kir hedef û bombabaran kir, ji ber vê yekê jinek jiyana xwe ji dest da û du kesên din birîndar bûn.
Di 21’ê Gulana sala 2022’an de dewleta Tirk bi riya balafirên bê mirov gundê Tuteqel ê girêdayî herêma Axçele li sînorê bajarokê Çemçemal bombabaran kir û pênc hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Di 17’ê Hezîrana 2022’an de balafirên bê mirov danê sibehê li gundê Berlutî yê Bakurê Kelarê wesayîdek kirin hedef û bombabaran kirin, di encamê de çar kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek birîndar bû.
Di 17’ê Hezîrana 2022’an de dewleta Tirk bi çekan êrîşî gundê Kêste yê girêdayî Bala ya sînorê Amediyê kir û di encama vê êrîşê de du jin birîndar bûn, di wê demê de di nava rezên xwe de karê baxçeyê xwe dikirin. Ev jî tê wê wateyê ku gundê sînorê Amediyî weke Hirur her dem di bin metirsiyê de ye û daxwaz ji gundiyan tên kirin ku neçin nava rez, baxçe û lawirên xwe.
Armanca dewleta Tirk dagirkerî ye
Komkujiya 27’ê Hezîrana sala 2019’an a Kortekê li binarê Qendîlê malbatek bi jin û zarokên xwe ve hatin qetilkirin. Di êrîşa 5’ê Tîrmeha 2019’an de li binarê Qendîl şoreşgerê Başûrê Kurdistanê û endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û du hevalên wî şehîd bûn. Komkojiya çiyayê Guwêj di 15’ê Cotmeha sala 2019’an de û gelek komkujiyên din ji aliyê dewleta Tirk ve di nava dilê başûrê Kurdistanê de rûdan. Her wiha piştî sala 1991’ê ji ber êrîşên dewleta Tirk 400 gundan zirar dîtin û hatin valakirin, piraniyan wan gundan li sînorên Qendîl, Behdînan û Biradostê bûn. Armanca êrîşên dewleta Tirk tirsandin û şikandina îradeya gel û dagirkirina xaka çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber wê hemû rê û plan xistine meriyetê û hemû zagonên navdewletî binpê dikin.
Çavkanî: JINHA