NAVENDA NÛÇEYAN – Endamekî YPG’ê yê Enternasyonal ji ajansa me re axivî û peyamek ji gelê şoreşger ên cîhanê re şand û bi kurtasî ji cîhanê re rave kir ku çima pêdivî bi pêkanîna şoreşê heye.
Şervanê YPG’ê Enternasyonal ya bi navê Şoreş wiha dest bi axaftina xwe kir; “Divê bê zanîn ku faşîzma dewleta Tirk ne tenê ji bo Rojava, ji bo tevahî cîhanê xeteriye. Pergaleke nû ya emperyalîzm, kapîtalîzm û faşîzmê pêşkêş dike. Ev sîstema dewleta Tirk ya dagirker ji hêla cîhana desthildar ve hatiye pêşxistin, ji bo ku di sînorê de wan de kar bike. Li hember van êrîşan em jî weke kesayetên antî faşîst, divê em bi hev re, bi hêzekî navnetewî li dijî vê pergal û sîstemê têkoşîn bikin. Da ku em hemû destkeftiyên xwe bi dest bixin”
‘Li tevahî Rojhilata Navîn jiyana li Rojava weke jiyaneke vebijêrk tê dîtin’
“Li tevahî Rojhilata Navîn jiyana li Rojava weke jiyaneke vebijêrk tê dîtin. Bi taybet ji bo ciwanên ku di nava pergala modernîteya kapîtalîst de jiyan dikin, jiyana li Rojava ji bo wan wekî derfetekî nû ya têkoşîna ji bo azadiyê ye. Ji ber ku dema di nava sîstemê de jiyan dikin, ji hêza wê ditirsin, lê dema ku ji dûr ve lê dinêrin, hin rastiyên wê dibînin. Şoreşa Kurdistanê ji bo tevahî ciwanên cîhanê xwedî girîngiyekî mezine, ji ber ku riya şoreşa Kurdistanê riyeke zelal û pradîgmatîk ya çareseriyên şoreşgerî ji bo tevahî cîhanê ye. Lê dîsa jî divê em fêm bikin ku guhertina civakê bi têkoşînekî hêsan nehatiye meşandin, ew bi saya xwîna şehîdan ji aliyên Kurdistanê hatiye guhertin. Ji bo ku em di riya xwe ya serkeftinê de dewam bikin, emê dilsoziya xwe tu carî kêm nekin, emê di vê xetê de berdêlên giran jî bidin.”