KOBANÊ – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 30’ê Tîrmeha 1979’an de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Dema ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çû Rojavayê Kurdistanê, pêşî li gel malbatekê li Kobanê ma. Ev xanî ku li gundê Elpelûrê yê Kobanê ye, piştî Şoreşa Rojava bi navê ‘Mala Rêbertiyê’ ji aliyê gel ve hate bi navkirin.
Dema ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li wê malê dima, bala civakê dikşand, gelê bajarê Kobanê û tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê ew der cihê hêzê ji xwe re dîtin. Ji bo ku careke din gel wê derê êdî ji xwe re esas negire ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve di dîroka 16’ê Nîsana 2021’an de bi balafira bê mirov ya bi çek hate topebaran kirin.
Mala ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 1979’an de li gundê Elpelûre ya Kobanê dima de, îro di dîroka Kurdistanê de bûye cihekî sembolîk ku di wir de nirxên exlaqî û çandî ya mirovahiyê ji nû de şîn bûye.
Heya roja îro jî her dem di 4’ê Nîsanê de gelên bajarê Kobanê serdana mala Rêbertiyê dikin li wê derê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê pîroz dikin.