NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan wê li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê festîfala şehîd Zîlan di bin dirûşmeya “Bi rihê Viyan û Nûjiyanan, emê şerê azadiyê bi serbixînin” li darbixînin.
Di bernameya festîfalê de wê stran, dîlan, govendên gelêrî, lîstok û govenda gerîla were pêşkêş kirin.
Di dîroka 30’ê Pûşpera 2022’an de wê li bajarê Reqayê di demijmêr 09:00’an de destpê bike.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bang li tevahî jinên ciwan dikin ku cihê xwe di nava vê festîfalê de bigrin.