BASEL – Li bajarê Basel a Swîsreyê Saziya ji aliyê Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (Komaw) û Tevgera Jin a Swîsreyê (YJK-S) ve li navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo Aysel Dogan meresima bîranînê hat li darxistin. Di meresimê de Salis Cizîr (Hasan Bozkûr) ku 5’ê Hezîranê 2021’an di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bû, Huseyîn Akdag (Selman Bozkûr) û Ferhad Şiblî jî ku 17’ê Hezîranê 2022’an di wesayîta ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û biçek hedef girtibû de şehîd bû, hatin bi bîranîn.
Di marasîma ku bi deqeyekê rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şerê rûmetê destpêkirî de, li ser navê rêxistinên ku beşdar bûne axaftin hatin kirin, di axaftina de destpêkê di şexsê şehîd Aysel Dogan de tevahî şehîdên şoreşê hatin bi bîranîn.
Her wiha di nava axaftinan de bal hate kişandin ser kesayeta şehîd Aysel Dogan û wiha hate gotin: “Aysel Dogan kesayeteke berxwedêr bû, di her şert û mercî de li berxwe dida. Serî li ber dewletê netewand. Ciwanên ku Aysel Dogan ew perwerde kirine, îro li Herêmên Parastina Medyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li berxwe didin. Dîsa kesên ku di şoreşa Rojava de canê feda kiri
ne, ji aliyê şehîd Aysel Dogan ve hatine perwerde kirin.
Di merasîmê de ji bo bîranîna tevahî şehîdan sinevizyonek hate temaşe kirin, heman demê de peyamên bangê li gerîlayên Zapê li berxwe didin hate dayîn, di dawiyê de jî nirxandinên Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan derbarê şehîd Aysel Dogan de hate temaşe kirin.
Merasîm bi siloganên weke ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.