DÊRÎK – Karwanê cenaze berî çend kêliyan gihişt Rojavayê Kurdistanê.
Karwanê cenaze li deriyê Sêmalkayê ji aliyê bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê ve hate pêşwazîkirin û deqeyeke rêz hate girtin.
Piştre bi nav malbata şehîd Ferhad Şiblî, Yûsif Hacî axivî û got: “Ferhad aşiqê azadiyê bû, ji bo welatê xwe tê koşiye û bi şehadeta xwe bû dîrokek ji bo gelê Kurd. Şehîd Ferhad Di dilê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mohreke hişt û têgeha demokrasiyê di nav wan de belav kir.”
Piştre karwanê cenaze berî da Dêrikê û li wir ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re birin nexweşxaneya Dêrikê.
Di 17’ê Hezîranê de balafirek bê mirov û bi çek li Kelarê wesayîtek bombe kir. Di encama êrişê de Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bibûn.