Faşîzma AKP-MHP’ê ji roja ku li Dolmabahçeyê maseya muzakereyê qeliband û bi vir ve, ev 8 sal e li dijî Kurdan şerekî qirkirin û tunekirinê dimeşîne. Herî dawî di 17’ê Nîsanê de dest bi êrişeke nû kir û aşkera kir ku di sala 2022’yan de ji bilî polîtîkayên şer tu polîtîkayeke xwe nîn e. Dema ku em van hemû pêvajoyên şer binirxînin, dê were dîtin ku dema faşîzma AKP-MHP’ê li pêşberî tevgera azadiyê ji aliyê leşkerî û siyasî ve nekarî gavekê bi pêş ve biçe, Tirkiye ber bi kaos û tevliheviyeke mezin ve bir û gel xist nava xizaniyeke herî mezin. Ji aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve bi hilweşîneke mezin re rû bi rû ma û ji her alî ve serberjêr dibe. Di dawiyê de piştgiriya raya gişyî gelekî kêm bû û niha jî bi jidestdana desthilatê re rû bi rû ye. Îcar niha ku ji hilbijartinê re salek maye, êrişên îmhayê yên ku di 17’ê Nîsanê de dan destpêkirin, dê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bibe alîkar ku desthilata xwe bidomîne?
Hemû kesên ku ji derve ve li şer temaşe dikin, dizanin ku ji 15’ê Tebaxa 1984’an ve nêzî 40 sal di ser şerê gel ê şoreşgerî re derbas bûye ku li ser bingeha yekbûna gel û gerîla dimeşe. Ji êrişa destpêkê ya 25’ê Gulana 1983’yan bi vir ve bi dehan caran operasyanên li derveyî sînor li dijjî tevgera azadiyê pêk anîn. Dewleta Tirk carinan bi hevkariya PDK-YNK’ê, bi gelemperî bi hevkariya PDK’ê û her carê hemû desteka NATO’yê êrişan pêk tîne. Lê encam? Sifir! Ne Kenan Evren ma ne jî hikumetên destek danê. Hemû yek bi yek têk çûn.
Hêza leşkerî û siyasî ya tevgera azadiyê ya wê deme; asta bikaranîna çekan, qabiliyeta çalakiyê, hejmara kadro û alîgiran, asta bandora tevgera azadiyê ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve, rewşa welatparêziyê ya gelê Kurd, desteka wan a ji bo şer û gelek mijarên din ku di pozîsyoneke pir qels de bûn, lê dîsa jî têk neçû û tesfiye nebû. Li hemberî vê yekê, îro li çar parçeyên Kurdistanê xwe gihandiye asteke bilind a birêxistinbûnê. Ne tenê ya gelê Kurd, bû hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya li azadî û demokrasiyê digere. Îcar dê niha çawa gerîla têk bibin?
Di êrişa qirkirinê ya 17’ê Nîsanê dan destpêkirin de, dê kîjan taktîk û çekên nû bi kar bînin ku artêşa Tirk û çeteyên wê berê bi kar neanîne? Tevî ku çekên kîmyewî jî di nav de, her şêwe teknîk bi kar anî, ma artêşa Tirk neçar nama xwe ji êrişa sala 2021’an vekişîne? Bê guman ev êriş bi hêsanî neşikest. Ev serkeftin di şexsê şehîdên mezin de ku her yek ji wan abîdeyeke mirovahiyê ye, li hemû qadên wekî Siyanê, Werxelê, Zendûra, Tepê Sor, Mam Reşo, Avaşîn, Zê bi berdêlên mezin pêk hat. Di vê pêvajoyê de careke din îspat bû ku tevgera azadiyê tevgera hebûn, azadî û heta ewlekarî û parastina gelan e.
Îro gerîla bi tecrubeya berê ya vê serkeftinê şer dike. Ji ber vê yekê gerîla li hember vê êrişê xwe amade kiribû. Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik di daxuyaniya xwe ya beriya êrişê de diyar kiribû ku dê êriş pêk were û nîşan da ku ew amade ne. Lewma xwest ku gelê Kurd amade be. Di encamê de gerîla di êrişa destpêkê de derb nexwar lê derb li artêşa Tirk da. Niha jî di her warî de artêşa Tirk di dîroka xwe de derbeya herî mezin dixwe. Lewma nayê zanîn bê dewleta faşîst a AKP-MHP’ê kengî bireve, lê teqez e ku dê di vî şerî de bi ser nekeve. Lê belê PDK dikare artêşa Tirk ji nava lepên gerîla rizgar bike?
Aşkera ye ku encamên êrişên dewleta Tirk dê ne tenê ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurd girîng bin, di heman demê de encamên girîng ên herêmî jî bi xwe re bîne. Rastiyek e ku dewleta Tirk bi xeyalên Osmaniya Nû tev digere, dixwaze li herêmê bibe desthilatdar û dixwaze kontrol bike. Ji ber vê yekê, hêzên herêmî yên ku dibînin êrişa dagirkerî û tunekirinê ya dewleta Tirk tenê bi tevgera azadiyê re ne sînordar e, vê êrişa Tirkiyê şermezar dikin. Herî dawî Wezareta Karên Derve ya Iraqê du caran gotinên Erdogan ên “Em bi hevkariya hikumeta Iraqê operasyonê dikin” derewandin, lê rast e ku ev yek ji bêyî erêkirina Kazimî nîn e. Li aliyê din, Wezareta Pêşmergeyan bi gotina “Em bi tu awayî tev li operasyonê nebûne” nîşan da ku ew li derveyî plana PDK’ê ye. Partiyên Kurdan ên wekî YNK û Goranê jî PDK’ê ji ber vê êrişê sûcdar dikin. Ji ber vê yekê divê bê zanîn ku ev êrişa ku ji aliyê Tirkiyê ve bi piştgiriya Kazimî û bi hevkariya PDK’ê pêk tê, dê ji aliyê hêzên herêmî ve neyê qebûlkirin û dibe ku zextên zêdetir çêbin.
Ev rastiyek; êrişa dagirkerî û qirkirinê bi hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi Erdogan û Hakan Fîdan re dest pê kir. Jixwe tê dîtin; ji baregeha Bamernî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, êriş dan destpêkirin. Ev yek nîşan dide ku di dema borî de PDK ku îstîxbaratê dide dewleta Tirk û kemîn danîn ber gerîla, ji bo qada çalakiyê ya gerîla teng bike cih girt, pêşengî ji artêşa Tirk re kir û her cure lojîstîk peyda kir, soz daye ku vê carê yekser li cem dewleta Tirk bisekine. Lê vê yekê bê xem nikare aşkera bike. Jixwe hin agahiyên ji qada şer tên, diyar dikin ku hin hêzên ser bi PDK’ê di nava liv û tevgerê de ne. Bi taybetî hêzên Zêrevanî yên PDK’ê û çeteyên ku xwe wek Pêşmergeyên Roj bi nav dikin, qadên gerîla digirin û rê li ber artêşa Tirk vedikin.
Gelê Kurd li hemberî xiyaneta ku PDK’ê di vê pêvajoyê de kir, hêrsa xwe nîşan dide. Ji êvara 17’ê Nîsanê dema destpêkirina şer ve li ser pêyan e. Li Brîtanyayê nerazîbûna kurdistaniyan a li hemberî Mesrûr Barzanî ne çalakiyeke asan bû. Li seranserê Kurdistan û Ewropayê gel li ser esasê serhildanan tev digere. Gel dizane ku ev êriş tên çi wateyê. Her çend armanca êrişê lêgerîna ji bo rizgarkirina desthilata dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê be jî, ji aliyê gel ve hate fêmkirin ku bi giranî tevahiya destkeftiyên Kurdan dikin hedef. Jiyan û siberoja gelê Başûr bi dagirkirinê tê tehdîtkirin. Ji ber ku rasterast mudaxeleyî qedera gel dike, tê fêmkirin ku gelê Kurd dê bi tenê bi protestoyan xwe sînordar neke.
Wekî di serhildana Şêladizê de hate dîtin, ji ber ku ditirsin gel bi ser baregehên faşîzma Tirk de biçe, PDK rêyên gel digire. Lewma gelê Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke wisa de ye ku dikare herî zêde bi rola xwe rabe. Divê partiyên Başûrê Kurdistanê, sazî, ciwan û jin dengê xwe bilind bikin. Bi gerîla re ev êrişa dewleta Tirk dikare bê sekinandin. Wezîfeya me ew e ku em li kêleka gerîla Kurdistanê biparêzin. Divê bê zanîn ku têkoşîna li dijî vê şebekeya xayîn heke tenê ji gerîlayê bê hiştin, ev bêwijdanî ye.
Her çi qas îhtîmaleke ne mimkun be jî, heke PDK nekeve nava vî şerî, êrişa dewleta Tirk dê ji aliye navneteweyî ve rewa neyê dîtin û şensê xwe yê serkeftinê li hemberî gerîla winda bike. Heke PDK tev li şer bibe, dê parçebûna gelê Kurd kûrtir bike, her wiha dê bibe destpêka şerekî navxweyî yê li her çar parçeyên Kurdistanê. Ev şer tenê bi Herêmên Parastinê yên Medyayê sînordar nabe. Bê guman dê li her parçe û qada ku PDK lê bi rêxistin e, bibe bingeha nakokiyan. Bi taybetî malbatên ku zarokên xwe li çiyê şehîd didin, dê gulan nedin deste partiyên wekî PDK’ê û piyona wê ENKS’ê. Ev yek dê gelê Kurd hem ji hemû destketiyên wî, hem jî ji rastiya hebûna xwe ya dîrokî dûr bixe. Bê guman ev yek dê herî zêde bi kêrî desthilata AKP-MHP’ê were. Ji aliyekî ve dê desthilata xwe bidomîne, li aliyê din jî dê encama ku dixwaze, bi dest bixe. Gelê Kurd bi xetereyeke ew çend dîrokî re rû bi rû ye. Têkbirina vê lîstikê jî peywira sereke ya hemû Kurdan e.
Ahmer Bîrsîn