REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Rizgarkirî li bajarê Reqayê komxebatek li darxistin.
Yekîtiya Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “Bi rihê fedayî ya Viyan û Nûjiyanan, emê şerê azadiyê bi ser bixînin”, bi beşdariya jinên ciwan ji bajarên weke Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazor, li salona lîstokgeha bajarê Reqayê komxebatek li darxistin.
Ji saziyên sivîl û leşkerî beşdariya komxebatê çêbû. Di nava komxebatê de nîqaş di derbarê rewşa siyasî û pêvajo hate kirin, her wiha girîngiya rola jinên ciwan di pêşengtiya civakê de weke rojevekî sereke hate dest girtin.
Komxebat destpêkê bi deqeyekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê destpêkir, piştre ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Siran axaftina vekirinê hate kirin. Siran destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina mêvanan kir, piştre bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker ku li Herêmên Parastina Medyayê û Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rû didin û wiha got; “Dewleta Tirk ya dagirker li dijî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku li çiyayên Kurdistanê bi binket planên nû yên dagirkeriyê da destpêkirin, dest bi hemleyekî leşkerî kiriye. Bi îdaya avakirina herêmekî bi ewle, penaberan vedigerînin welatê wan. Ya rastîn armanca wan ewe ku dagirkeriya xwe bi vê rêbazê li ser tevahî herêmê û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê serwer bike.”
Piştre li ser navê Desteya Werzîşê ya Ciwanan a Dêrazorê Îbtîsam Mihemed axivî û dest bi nîqaşên komxebatê kir. Îbtîsam destpêkê bal kişand ser berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê û diyar kir ku berxwedana gerîla ji bo jinên ciwan nimûneya herî rast e.
Jinên ciwan ên ku tevlî komxebatê bûne jî nirînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ewê encama vê komxebata xwe bikin bingeha serkeftinê mezin û dîrokî.
Herî dawî jinên ciwan daxuyanî dan û bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Jin Jiyan Azadî” komxebat bi dawî bû.