NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 1988’an de Partiya Faşîst ya BAS’ê bi fermana Sedam Hûseyn ê Dîktator Piroseya Enfalê li dijî Gelê Başûrê Kurdistanê destpêkir ku ji 8 qonaxan pêk dihat. Di wê plana berfireh ya enfalê de Tekez 183 Hezar kurd hatin Şehîd xistin û tevahî di gund û bajaran de bi bombeyên kîmyayî hatin xeniqandin ku di nav wan de jî 8.000 Şehîdê Herêmê Behdînanê ya Eşîra Barzan hebun. Plana Enfalê piranî li Herêmên ku niha li jêr desthilatê YNK’ê dene wekî Xurmal, Qeladizê, Pêncewîn, Seyîd Sadiq, Sengeser, Çwarta, Qelaçwalan, Mawet û dû Bajarên ku ji her derê zêdetir gel tê de hat Şehîd xistin Helebçe û Çemçemal bu. Ji xwe gelê Başûrê Kurdistanê ne tenê di wê Enfalê de belkû berê wêna jî di bin qetlîman re derbas bune.
Lê bi derbasbuna Sê sal ji Enfalê ya Başûrê Kurdistanê bi destê Sedam Hûseyn(Tikrîtî) di sala 1991’an de Partiyên YNK’ê û PDK’ê bi hevkariya welatên yêkbuyî di serî de Amerîka û Îngilîstan karîbun ku li Başûrê Kurdistanê bigihêje xwerêveberiyek nîvçe. Di heman demê de jî Îngilîstan û Amerîka ezmanê wê Herêmê ku hatibu ava kirin ji bo her firînek ya Balefırên şer qedexe kir. Sala 1992’an Partiyên PDK’ê û YNK’ê ku li Başûrê Kurdistanê gihîştibun desthilatê di hewlê wêyekê de bun ku xwe bi fermî bi hikumetê Sedam Hûsên bidin qebûl kirin û wekî Herêmek Federal li çarçoweya welatê İraqê werin nas kirin! Lê rûxmî wan hewildan û danûstandinên wan ên li gel Sedam Huseyîn jî xwastekên wan bi fermî nehat pêk anîn. Hinek lihevkirinên devkî di navbera wan de hatibu çêkirin lê biryardadek yan jî belgeyek di warê lihevkirina wan de nehatibu nivîsandin. Lê piştî wan hevdîtinan wêdemê Sedam Huseyîn di navber herêmên Kurdan û herêma Ereban de tenê xetek sor ya sînorî kişand û wan dû herêman ji hevdû cûda kir.
GER DIXWASTIN LIHEV BIKIN, ÇIMA ŞER KIRIN!?
Piştî Demek ji avabuna Hikûmeta Başûr, PDK’ê û YNK’ê hinek sazî û avahiyên xwe li başûrê Kurdistanê ava kirin û heya çend salan jî wisa berdewam kirin. Lê dîsa ji ber firawan xwaziyên û esas negirtinê berjewendiyên gel her dû aliyan di sala 1994’an de şer û alozî di navber PDK’ê û YNK’ê de dest pêkir. Di wê şerê de her dû alî derbeyên mezin li hevdû xistin û bi derbasbunê demê re şer mezintir bu. Welat û aliyên din jî ne raste rast têkelî wê şerê dibun. YNK’ê ji Îranê alîkarî digirt û li beramber de jî PDK’ê çend herêmên sereke ji dest dabû û ber bi zeyîf bunê diçu. Lewma PDK’ê jî li tola lihevkirina YNK’ê û Îranê di sala 1996’an peneh bir ji bo Sedam Husên û bi hevkariya wê êrîşê herêmên di bin destê YNK’ê de kirin. Bi van êrîşan hinek ji wan herêmên ku ji dest dabu karî ji nûve bigre. Bi derbas buna demê re şer mezin dibu û rewşa herêmê aloztir dibû. Bi vê yekê re jî welatên derdor ku di serî de Îran, Tirkiye û hikumeta Sedam Husên ji vê sûd digiritin û dixwastin wê herêmê li jêr hakimiyetê Amerîkayê derbixînin. Lewma Amerîka jî wê tehlîkeyê fêm kir û bi rêbaz-siyasetên xwe mûdaxaleyê wê rewşê kir û karî di navber her dû aliyan de YNK’ê û PDK’ê li hevkirinek li gor berjewendiyê xwe çêbike. Bi vî awayî hikûmeta Başûrê Kurdistanê di navber her dû Partiyan de parve kir ku niha li derveyî Fermiyetê jê re dibêjin zona zer (PDK) û zona kesik jî (YNK). Ji xwe Cîhê bibîranînêye ku yek ji sedema sereke ya ku Partiyên YNK’ê û PDK’ê li Başûrê Kurdistanê hatin ser desthilatê ev bu ku bi avabuna PKK’ê (Partiya karkerên Kurdistan) û bi bandorbuna wê li nav Kurdistanê de bu. Bi li her deverê belavbûna fikrê PKK, NATO ji bo xwe tehlîke dît ku bi xebat û birdoziya PKK’ê di Rojhilata Navîn de wê berjewendî û pilanên wê xirab bike. Lewma NATO dest bi pilanên xwe kir û di serî de welatên derdorê Başûrê Kurdistanê îkna kir ku bandora PKK li herêmê bişkîne! Pêwîst bû hikumetek formalîte li Başurê Kurdistan were ava kirin û ev desthilata ku li Başûr avakirin li dijî PKK’ê û kurdên her 3’ê beşên din ya Kurdistanê dema ku daxwaza serbexwebuna beşên din ya Kurdistanê kirin bi wê pilanê li dijî wan bidin xebitandin. Lewma welatên dagirker ya li ser 3 beşên din ya Kurdistanê Tirkiye, Îran û Sûriye jî di wê çarçoveyê de bi wê pilanê Amerîka û NATOyê razîbun, rê dan ku were ava kirin. Lewma 30 sal ji desthilatdariya ev her dû partiyan derbasbu û heya niha jî wan welatên hegemon ew desthilata Hikumeta Herêmê li dijî şoreş û berjewendiyên beşên din yê Kurdistanê dixebitêne. Bi vê hikumetê pilanên xwe pêk tînin. Lê di rastî de mirov dikare bêje ku welatên desthilatdar Hikûmeta Başûrê Kurdistanê avakirin, ji bo ku wê derê biken qampek mezin heya ku endam, hizbên beşên din ya Kurdistanê li wê derkê kom bikin û çalakî, tevgerên wan asteng bikin û beşek zêde ji wan tasfiye bikin. Ji xwe cîhê mixabînêyê ye ku qismek zêde ji wan partiyan jî heman tişt bi ser wan de hat û Giladiyoyê(hikumeta weşartî) jî heta astek ber bi çav di wê plana xwe de serketî bu.
BAŞÛRÊ KURDISTAN KIRIN BAZARA REŞ!
Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistan piştî 30 sal hukimkirin û meşandina desthilatê a li ser gel hêjî nikariye pêwîstiyên sereke ên jiyanî ji bo gel dabîn bike. Her roj maf, heq û rûmeta wê gelê kedkar bin pê dike. Başûrê Kurdistan di pir aliyan de dewlemende. Ji petrol bigrin heta çavkaniyên ser erdî û bin erdî, çand û hûner bigrin heta cîhên Dîrokî û kevnar. Lê li kêlek ewqas dewlemendbûnê de gelê Başûr birçiye, bê kare, bê serpênahin û ji rûmet û çandê xwezaya xwe hatiye dur xistin. Di heman demê de çandek rojavayî, biyanî li ser wê gelê hatiye feriz kirin. Xulase kelam mirov dikarê bêje ku gelê me yê Başûra Kurdistan li kêleka çemek mezin ya avê dijîn lê her roj ji tîna difetisin.
Bi hedef û dest pêşxeriyê Giladiyo desthilatdarên Başûrê kurdistanê wê beşê kirine Navenda Îstixbaratê welatên zilhêz. Di heman demê de jî beşek mezin ji pilanên li ser Rojhilata navîn tên hizirandin û pilankirin li Bajarên navendî ya herêmê kurdistanê tên organîze kirin û li dijî berjewendiyên welatên derdor û opozîsyonan tê piratîze kirin. Sala 2017’an li gor agahiyên rojnamevanek ku nexwastibu navê wê were eşkire kirin dabu xûya kirin ku di Herêma Başûrê Kurdistanê de bi dehan Endamên Îstixbarata welatên biyanî hene ku di serî de Amerîka, Îsraîl, Rûsya, Fransa, Îtaliya, Yûnanistan, Japon, Çîn, Andonêzya, Awistiraliya, Hîndistan, Pakistan, û di nav wan wilatan de jî ku endamên wan bi avayek herî aktîf dixebitin Tirkiye, Îran û Engilistanêye. Di heman demê de jî mijarên kirîn û firotina çek û keresteyên serbazî jî mijarek serekeye ku berpirsên hikumeta Herêmê Başurê Kurdistanê kirine Bazara Reş ya sîlahan. Wisa kirine ku tirafîkek mezin ji kesên biyanî û Îstixbaratî di axa Başûr de çêbuye û ser li her kes şêwandine. Heta niha bi dehan rojnamevan hatine suîqast kirin û revandin û hêj sebeb û kesê xetakar nehatine zelal kirin. Wisa kirine ku li wê beşê welat hîç ewlehiyek ji bo kesayetiyên şoreşger û çalakvanên siyasî nemaye. Hinek rêxistin û partiyên Siyasî ya Kurdistanê dibêjin rayedarên Başûrê Kurdistanê ketine nav lîstokên xeter û wan jî di beşek ji pilan û Pirojeyên ku li Herêmê diqewimin cîhê xwe digirin. Kesayetên siyasî ên Kurdistanê cexit li ser wêyekê jî dikin û dibêjin “Dibe ku PDK’ê yan jî rayedarên Herêmê bi cîh girtina di nav pilan û piroseyek wisa de li herêmê hinek dostê xwe zêde bikin lê di heman demê de di beramber de dijminên zêde jî ji xwe re çê dikin!
Girêdayî wan mijaran jî demek berî niha di 27.11.2020’an de li Paytextê Îranê Tahranê zanayê Atomî Muhsîn Fexrîzade suîqast kirin lê di heman demê de jî li ser wê kesê kuştinê tenaquz mezin di nav çapemeniyên Îranê û welatên din de tê behis kirin. Lewma heta niha jî eger û çawaniyê wê kuştinê bi temamî nehatiye zelal kirin. Lê tişta ku di vê navberê de hat fêm kirin ew bu ku piştî wê buyera kuştinê zanaya Atomî ya Îranê Ofir Gendelman, Berdevkê Fermî yê Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê got ku “Metirsî heye Îran êrişî Kurdistana Iraqê bike”. Lê piştî daxuyaniya berdevkê Îsraîlê jî, Cotyar Adil berdevkê Hikumetê Herêms Kurdistanê dabu xûya kirin ku ti berjwendiyek Îsraîlê li Herêma Kurdistanê nîne, heya ku Îran bixwaze derbe lêxîne û ti hemwelatiyekî Îsraîlî jî li Herêma Kurdistanê nîne.
Wan daxuyanî û bersivdayînê rayêdarên Herêma Başurê Kurdistanê û Îsraîlê di demek daye ku 02.12.2020’an de tora civakî ya Îranê bal kişandibune ser wêyekê ku Sîlaha Robotîk ku li tehranê Muhsîn Fexrîzade pê hat suîqastkirin, bi hevkariya Endamên Îstixbarata Herêma Kurdistan û di heman demê de li rêka wê Herêmê jî derbasî Îranê buye.
Piştî wan buyeran jî çend roj derbas nebubu ku serhildan li Bajarên Başurê Kurdistanê ya girêdayê Herêma YNK dest pêkir û heta niha jî berdewamin. Li gor detayên ku hene bi kêmanî 14 kes ji xwepêşanderan Şehîd bune. Lê li kêlek wêyekê jî de medyaya ne fermî ya girêdayê PDK’ê de dibêjin ku ew serhildanan bi pilanê Îranê hatine Organîze kirin. Îran dixwaze ku Tola Kuştina Zanayê atomî ji PDK’ê rabike ji bo wêyekê jî xwepêşander piranî êrîşê sazî û baregehên PDK’ê dikin.
Ji xwe di esas de tiştek wİsa nîne. Ne tenê desthilatdarên Başûrê Kurdistanê, tevahî welatên dîktator û serkutger dema ku serhildan û berxwedan ji aliyê gel ve çê dibe ji bo ku wê reş bikin û îradeya wan bişkinînin hertim dibêjin destê derekî têdeye. Ajaweyê wê pilanê û her wekî din ji bo ku bi îrade û hestê gel bilîzin û xwastekên wan vala bê dîtin her tim wekê şerê taybet wê pêve ku destê derekî têdeye li dijî gel didin xebitandin. Halbukî 30 sal dibe ku gelê Başûrê Kurdistan zext û zorî dikşîne, gel birçiye ji bê karî û ne darî direvin welatên din û hêj nagêjin cîhê xwe di nav deryayan de dixeniqin, gel ji bo mafê xwe radibe ser lingan ked didin, Şehîd didin pişt re jî desthilatdar behis ji destê derekî dikin.
Lê tiştê ku zelal û xuyaye ku ger rayedarên Başûrê Kurdistan wisa berdewam bikin û di heman demê de zelal bunek di nav pergal û Birêveberiya xwe de çê neken, heya ku maf û rastiyê gel neyê nas kirin wê rewşa Başûrê Kurdistanê ji wiya ku heya xerabtir bibe, wê her roj gel û Herêmê Kurdistanê bi tehlîkeyên mezin re rûbirû werin.
Rizgar Siltan Nivîsandî