FÎNLANDIYA – Dewleta Tirk ya dagirker ku ji 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastina Medyayê êrîşên dagirkeriyê daye destpêkirin, bi tevî hemû teknîk û çekên xwe yên kîmyawî jî dîsa li hember berxwedana gerîla di çiyayên Kurdistanê de têkçûye. Di heman demê de li bajaran jî gelê Kurd û Kurdistanî bi berxwedana xwe dewleta Tirk ya dagirker û hevkarên wê ve bi binxistine. Ji ber vê jî dewleta Tirk niha giraniya xwe daye hêzên ku piştevaniya têkoşîna gelê Kurd dikin, dixwaze dostaniya gelê Kurd bi gelên din re xirab bike, ta ku gelê Kurd di nava pençên xwe de bifetisîne.
Ji ber vê jî dema ku welatên weke Fîlanda û Swêdê xwastin bikevin nava NATO’yê de, dewleta Tirk hin şert danîn pêşiya wan, ji wan şertan jî yek êdî herdu welat piştevaniya PKK’ê nekin, da ku karbi cihê xwe di nava NATO de bigrin. Lê belê li hember vê siyaseta dewleta Tirk ya ku bi serkêşiya Erdoxan tê bi rêve birin, ji aliyê têkoşîna jinên kurd ve hate lawaz xistin û jinên kurd li hember her cûre êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bûne weke mertalekê.
Yek ji wan jinên Kurd jî ku bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê ye, Geşaw Bîbanî ji bo doza Kurd, di kongreya sêyemîn ya partiya xwe de hin pişniyar kiribû. Geşaw bertek nîşanî faşîzma dewleta Tirk da ye û pişniyar kiriye ku êdî Fînlandiya çek nefiroşe Tirkiyê. Li ser vê esasê Geşaw Bîbanî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser hewldanên herdu welatan ya ji bo NATO’yê.
Bi tevahî axaftina Geşaw Bîbanî wiha ye;
“Navê min Geşaw Bîbanî ye, ez ji Kerkûkê me. 27 salin ez li Fînlandiya dijîm. Ez niha endama Encûmena Herêmî ya Fînlandiyayê me, di nava Partiya Çep a Fînlandiya de cihê xwe digrim. Wekî tê zanîn welatên wekî Fînlandiya û Swêdê xwastin bikevin nava NATO’yê de, lê belê rastî faşîzma dewleta Tirk hatin, ji ber vê jî heya niha nehatine qebûl kirin. Di hefteya borî de kongreya me ya sêyemîn hate li darxistin, di kongreya me ya ku sê rojan dewam kirî de, ji bo piştgiriya doza gelê Kurd hin pişniyar hatin kirin. Min bi xwe pişniyar kir ku Fînlandiya êdî çek nefiroşe Tirkiyê û jê nekire, û li welatên ku mafên mirovan tên bin pêkirin binêre. Her wiha di nava kongreyê de nêzî 100 pişniyar hatin kirin ku PKK’ê ji lîsteya qedexe derbikeve. Ev her du daxwaz jî hatin pejrandin, ev jî tê wê wateyê ku Partiya Çep ya Fînlandiya wê di sê salên pêşiya xwe de ji bo pêkanîna van encamên kongreyê bixebite. ”
“Peyama min ji bo kurdên cîhanê û hemû guhdaran ev e ku divê em niha pir aktîf bixebitin ji ber ku faşîzma tirk gihîştiye ber deriyê me û ew hewl didin ku hukûmetên Skandînavyayê wekî hukûmeta Herêma Kurdistanê kedî bikin. Maf, demoqrasî û exlaqên destûrî yên li Fînlandiya û Swêdê jî hilweşînin. Em qet tiştekî wisa qebûl nakin. Hêvîdarim hemû Kurdên cîhanê yên çalak, yên welatparêz aktîftir bin û li ser reng û dengê me di derbarê pirsgirêka Kurd de agahiyan belav bikin. Werin em bi hev re peyama Kurdan bidin û ji her kesî re diyar bikin ku Kurd ne terorîst in, demokrat in, divê em hemû li ser vê mijarê bixebitin û vê peyamê bidin. Divê em li welatê xwe bi her rengî, heya bi dijîtal medya jî rê li ber faşîzma dewleta Tirk bigrin, û li her derê bi erkên xwe yên welatparêziyê rabin.”
NC// Lêgerîn Çiya