AMED – DGH Li navçeyên Kayapinar û Rezan ên Amedê rêze çalakî li darxistin.
Yekîneyên Tolhildanê yên DGH’ê li Amedê rêze çalakî li darxistin. DGH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiyên li dijî polîsên Tirk û cerdevanên hevkar yên dagirker eşkere kir.
Bi temamî daxuyanî wiha ye;
“Yekîneyên me yên Tolhildanê yên DGH’ê li Amedê rêze çalakî li darxistin. Çalakiyên yekîneyên me wiha ne;
Yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Derxust li taxa Gazîler a navçeya Kayapinarê 2 cerdevanên hevkar bi çekên ferdî hedef girtin. Çalakiya ku em dikin hişyariyek e.
Ji aliyê Yekîneya me ya Tolhildanê ya Şehîd Mahsum Gurkan noqteya polîsên dagirker a li Taxa Kaynartepe ya Baglarê hate hedef girtin. Noqteya polîsên dagirker bi teqemeniyên destan (EYP) û çekên ferdî hate xistin.
Çalakiyên me wê li ser esasê seferberiya çalakiya ku bi dirûşma ‘Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê’ hatiye îlankirin, bidom e. Weke ciwanên Apoyî emê nehêlin dagirker û hevkar li Kurdistanê bêhna xwe bigrin, emê her deqe û her saniye li stûyê wan bin.