ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba panelek li darxistin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba li bajarê Fafînê derbarê rastiya dijmin û dagirkeriya li ser Kurdistanê panelek li darxistin.
Di panelê de ev sê xal hatin nîqaş kirin;
1-Dagirkeriya li Kurdistanê
2-Rastiya Rêjîma Baas
3-Encamê komxebatê
Panela jinên ciwan bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir, piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne Mihemed axivî û pêşwaziya tevahî beşdarvanan kir. Di axaftina xwe de Emîne bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên şerê taybet û wiha got; “Dijmin nikare dagrikeriyê bi rihetî li Kurdistanê bike, ji ber ku wê hertim rastî berxwedana gel û ciwanan were, ji bo vê jî niha bi rêbaza şerê taybet dixwaze berxwedana gel û ciwanan bê wate bike. Dixwaze bi taybet mejiya ciwanan wekî amûrekî teknîkî bide xebtandin.
Piştî ku Emîne axaftina xwe bi dawî kir, axaftina Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta ya bi Komalên Jinên Ciwan re kiriye hate guhdar kirin. Di dewama panelê de derbarê rastiya rêjîma Baas de nîqaş bi pêşketin.
Jinên ciwan ên ku nîqaş kirine di nîqaşên xwe de bal kişandin ser ku dewleta Sûriyeyê ji bo tunekirina nasnameya Kurdê azad û bi taybet nasnameya jinên Kurd bi polîtîkayekî nerm nêzî civakê dibe. Dixwaze bi vê rêbazê hemû civaka Kurd bixwe bin serweriya xwe de.
Piştî ku nîqaşên berfireh bi pêşketin, di heman xalê de li ser rastiya rêjîma Baas ji aliyê Emîne Mihemed ve belge hate xwandin. Di belgeyê de Emîne bal kişandin ser nêzîkatiyên rêjîma Sûriyeyê yên ji bo jin û wiha got; “Rêjîma Sûriyeyê ji dema avabûna xwe heya niha, bi her awayî û her rêbazê hewl dide jinê parçe bike û wê bide helandin. Lê piştî şoreşa Rojava şoreşa ku di pêşengtiya jinê de bi pêşketî, jin êdî ne wekî berê ne, jin bûye xwedî hêz û îrade.”
Di dawiyê de encamên ku ji panelê hatî derxistin ji aliyê Arîn Hisên ve bi zimanê erebî hate xwandin. Di encamê de jinên ciwan diyar kirin ku wê bi rihekî fedayî tevlî kar û xebat bibin, heya misoger kirina azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û tunekirina dagirkeriyê wê ji têkoşîna xwe re tawîz nedin.
Bi siloganên weke ” Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Jin Jiyan Azadî” panela jinên ciwan bi dawî bû.