NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku Îran darvekirinê ji bo çewsandina civakê bi kar tîne û di vê çarçoveyê de roja 20’ê Hezîranê de girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû ji ber sedem siyasî ya berevajiya hemû mafên mirovan hate darvekirin.
Di daxuyaniya PJAK’ê de wiha tê gotin: “Îran berdewam çeka darvekerinê ji bo çewsandin û bêdengkirina civakê derveyî hemû yasayên mirovî bikar tîne. Di vê çarçoveyê de bi awayekî nepanî di 20’ê Hezîranê de girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû bêyî berê parêzar û malbata wî were agahdarkirin, bi sedemek siyasî ji berî dema hatî diyarkirin hate darvekirin.
Di demekî ku krîzekî berfireh û pir alî ji ber ji ber karên zalimane heye, dijminkariya Îranê civak gihandiye sînorê hilweşandinê. Reftar û tevgerên wê yên çewindanina pir alî ya vê desthilatê hewarên civakê bilind kiriye.
‘Bi nepanî li Girtîghea Urmiyê darvekirina Fîrûz Mûsalû li dijî mafên mirovane’
Tevahiya çînên Îranê, di bin zextên desthildaran de ne, bi taybet girtiyên siyasî ku niha herî zêde zext li ser wan tê kirin, ji ber ji derfetêh yasayî yên ji bo parastina rûmet û kerameta xwe hatine bêpar hiştin. Ev jî zilm û stema herî mezine li hemberî mafê wan tê kirin. Bi nepanî li Girtîghea Urmiyê darvekirina Fîrûz Mûsalû li dijî mafên mirovane. Îspata vê yekê ku saziya dadê ya vî welatî gefek mezine li dijî hemû girtiyên siyasî û hemû çîn û aktîvîstên civakê.”
‘Wê bêbersiv nemîne’
Di daxuyaniya PJAK’ê wiha berdewam dike: “Darvekirina Fîrûz Mûsalû şermezar dikin. Qurbanîkirina girtiyên siyasî ji bo tehamiya destihilatxwazan e, wê ji niha ve çarenivîsa wan bişkê. Bêguman wê ev kar bê bersiv nemîne. Wê têkoşîna ji bo dadperwerî û azadiya berdewam be. Divê girtiyên siyasî ji berê zêdetir ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîn bikin, di heman demê de civak jî divê piştgiriya berfireh a ji bo girtiyên siyasî bi erka xwe ya sereke bibîne. Daxwazê ji hemû azadîxwaz û têkoşerên civakê, rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî sûcên Îranê yên li dijî mirovahiyê yên bêdeng nebin û heta bi destxistina azadiyê li her qadê têkoşîna xwe berdewam bikin, têkoşîna xwe berfireh û bihêztir bikin.”