STENBOL – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Cengîz Yureklî, bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê, di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’ê cotmeha 2021’an de li Rêber Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.
Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Rêber Abdullah Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Abdullah Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye