NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şehîd Ferhad Şiblî ku di 17’ê Hezîranê de li Başûrê Kurdistanê di êrîşeke bi balafireke bê mirov a dewleta Tirk de şehîd bû, rêveberiya xweser a Kobanê, konê sersaxiyê veda.
Bi dehan şêniyên herêma Firatê, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd û nûnerên partiyên siyasî serdana kon kirin.
Di axaftinên ku li bin konê sersaxiyê hatin kirin de, şehîd Ferhad Şiblî hat bîranîn û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê hat kirin ku, li hemberî vê êrîşê helwesta xwe nîşan bidin û wiha hat gotin;
“Armanca dewleta Tirk ewe ku projeya me ya demokratîk têk bibe, ji ber vê yekê jî stûnên Rêveberiya Xweser dike armanc. Ji Başûrê Kudistanê jî dihat xwestin ku sivîlên li ser axa xwe biparêze.”