MINBIC – Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” li bajarê Minbicê meşeke li darxistin.
Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê li ser esasê banga seferberiyê ya ku ji aliyê Komalên Ciwan ve di bin dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” hatî ragihandin, meşek li darxistin. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Minbic û gundewarên wê, şêniyên bajêr her wiha şandeyek ji ciwanên herêma Firatê beşdarî meşê bûn.
Meş ji çerxerêya Xebatkarê Paqijiyê ya rojavayê bajêr destpêkir û ber bi navenda ciwanan ve çû. Li wir meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de Berdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Elî Mihemed wiha axivî; “Îro em li vir kom bûne da ku peyamekê bighînin dewleta Tirk a dagirker ku binpêkirinan pêk tîne û demografiya herêmên me diguhêre ku em vê yekê qebûl nakin.”
Mihemed Elî diyar kir ku her kes planên dewleta Tirk û armanac wê ya berfirehkirin û zilam li dijî gel nas dikin.
Mihemed Elî wiha dawî li axaftina xwe anî; “Divê em bi hevgirtina xwe li hember dewleta Tirk û çi xeteriya li ser herêmên bisekinin. Ciwan bingeha civak û hêza wan in. Yekitiî û kombûna ciwanên herêma Firat û Minbicê peyamek rast ji dewleta Tirk re ye û yekitiya gelên herêmê nîşan dide.”
Çalakiya ciwanan bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.